Axir ev her du alimên Kurmanciyê, ji gundê Gulort yan jî Gulord in. Ev gund îro ser bi Geverê ye û li warê Doskiyan e. Teza Kerem Engîn û ev kitêba ji teza wî peydabûyî, her du jî bi Mewlûda Şerîf a Mele Ehmed û Guldesteya Mela Ebdulmecîd dadikevin. Bi vî awayê xwe ev xebata pêşî ya berbiheve ye li ser vê mijarê.
Ev edîb û alimên ji gundê Gulordê mirov dikare weke şagirtên edîbên Kurd ên sedsalên beriya wan bibîne. Yanî ew şagirtên Mela, Feqî, Xanî, Melayê Bateyî û Pertew Begê ne. Lê wan li erdên lê yanî li warê Doskiyan berhemên xwe afirandine. Wan beytên xwe li welatê Doskiyan hûnandiye.
Xelkî deverê van kesayetên ji malbata Gulordî, ne tenê weke edîb û alim nas dike, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêkên dînî û civakî jî berê xwe didan û didin cem wan. Di kitêbê de agahiyên li ser Hekariya û Geverê jî hene û li ser jiyana Mela Huseyîn Doskî jî agahî hatine dayîn. Agahiyên li ser jiyana Mela Ehmed û Mela Ebdulmecîd jî di kitêbê de cihê xwe digirin. Nivîskar wekî din tehlîla naverok û awayê wêjeya mewlûda Mela Ehmed û Guldesteya Mela Ebdulmecîd kiriye.