Di kitêbê de agahiyên li ser Mela Seîd Şemdînanî jî hene. Li gorî van agahiyan Mela Seîd Şemdînanî salên 1870´yî ji dayik bûye, li Hewlêrê medrese xwendiye û di dema Şêx Mihemed Sidîq de li Tekiya Nehrî mamostetî kiriye. Ji kirinên wî yên herî hêja ye ku li ber fermanê (cîhada Osmaniyan) sala 1914´an fitûyekê li dijî vê cîhada Osmaniyan dide. Osmanî li ser vê yekê wî digirin, lê gava ji bo mehkemeyê wî dibine Mûsilê bi destê mirovên xwe rizgar dibe. Mela Se’îd xwe digihîne Ûrmiyê. Aliyê wî yê dişibe Mela Mehmûdê Beyazidî jî ji vir û pê ve dest pê dike. Ew li Ûrmiyê hem karên siyasî û civakî dike û hem jî dibe mamosteyê Kurdî yê sefîr û kurdologê navdar Basil Nikitin. Li ser daxwaza Nikitin – çawa Mela Mehmûd jî li ser daxwaza Alexander Jaba – hejmareke zêde ya hikayetan li ser çand, civak û dîroka herêma Şemdînan û derdora wê dinivîse. Mela Seîd hîna mirovekê navsere ye sala 1918´an bi destê mirovên xwe tê kuştin.
Stûnê duyem ê pexşana Kurdî
Di danasîna kitêbê de ji bo amadekariya Ergîn Opengînî tê gotin, “Ergin Öpengin ji arşîvên şexsî û dezgehî yên li Ewrûpayê ew destnivîs bi dest xistine û bi rengekî hûrbînane ew tevî danenasîn û nirxandineke berfireh di vê kitêbê de amadeyî çapê kirine.”
Kurmanc jî wê Serencamê binasin