Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Klîba bi kurdî ya salê hat bijartin

December 25, 2020
0 0
Klîba bi kurdî ya salê hat bijartin
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA NÛÇEYAN – Diyarname.com di nava 20 endamên jurî de pêşbaziyek balkêş birêve bir û klîba kurdî ya salê da dengdayînê. Klîba sala 2020’an a Hunergeha Welat “Nazê Nêrgiza Hewşê” wek klîba yekemîn a salê hat hilbijartin. 

 
Malpera kurdî Diyarname ji bo klîba bi kurdî ya sala 2020’an juriyek ku ji 20 kesî pêk dihat bijart û dengdayînek pêk anî. Juriyê di nav 21 klîban de klîba Hunergeha Welat a bi navê “Nazê Nêrgiza Hewşê” wekî klîba herî serketî hilbijart.
 
4 EDÎTORAN JURÎ Û KLÎB DIYAR KIRIN
 
Diyarnabe dibêje ku wan vê carê dest avêtiye xebateke nû. Hilbijartina Klîba Herî Serketî ya Salê. Ji bo vê 4 edîtorên Diyarnameyê xebitîn. Ji nav klîbên ku îsal hatibûn çêkirin û li kanala Youtube hatibûn barkirin neqandinek kir. Di encamê de bi temamî 21 klîb hatin neqandin. Ji bo dengdanê 22 nav diyar kirin: Rojnameger, nivîskar, şanoger, sînemager, lêkolîner di juriyê de cih girtin. Bi taybetî nexwestine kesê raste rast bi karê muzîkê re eleqedar in di nav endamên juriyê de cih bigirin; loma ji wê qadê me kes negirt nav lîsteyê. Ji van 22 kesan du kesan bi sedemên cuda nexwestin di nav de cih bigirin. Bi temamî man 20 endamên juriyê û wan deng dan. 
 
Ji çar edîtorên Diyarnameyê tenê du edîtor ketin nav endamên juriyê. Ji endamên juriyê haya kesî jê tune bû, endamên din kî ne û jixwe kesî nepirsî jî. Diyarname ji bo hemûyan lîsteya klîbên neqandî şandiye û xwestiye deng bidin klîbekê. 
 
‘NAZÊ NÊRGIZA HEWŞÊ’ HAT HILBIJARTIN
 
Juriyan klîba Hunergeha Welat “Nazê Nêrgiza Hewşê” hilbijart. Ji 20 endamên juriyê 11 kesî deng da klîba “Nazê Nêrgiza Hewşê”.  Klîba “Nazê Nêrgiza Hewşê” roja 23’yê gulana 2020’an de li Youtube hatiye barkirin. Li ser hesabê fermî yê Hunergeha Welat heta niha 5 mîlyon û 100 hezar carî hatiye temaşekirin. Heman klîb li ser hesabê Med Music hatiye barkirin; li wir jî nêzî mîlyonek, bi tam temamî 845 hezar car hatiye temaşekirin. Û gelek hesabên din ev klîb li hesabên xwe bar kirine û li wan hesaban jî bi deh hezaran car hatiye temaşe û guhdarîkirin. Di dîroka muzîka kurdî de ev klîba pêşî ye ku di 6 meha de bi ser 6 mîlyon carî de tê temaşekirin.
 
Ji 21 klîbên ji nav lîsteyê klîba hunermend Rewşan Çelîker “Gulê” bi 5 dengan bû duyemîn. Klîba Xêro Ebas “Biçûkê Canê” 2 deng girtin. Ji bilî van tenê klîba “Fincan” a Zelal Gokçe û klîba “Xewna Giran” a Tara Mamedova jî yek dengek bigirin.
 
ENDAMÊN JURIYÊ
 
Endamên juriyê yên ku deng dan ev bûn (li gor rêza alfabetîk hatine rêzkirin): 
 
Abdurrahman Gok (Rojnameger, MA), Aram Dildar (Sînemager), Bîlal Guldem (Rojnameger, MA), Berfîn Zenderlioglu (Şanoger), Berfîn Emektar (Şanoger), Cemîl Oguz (Rojnameger, Diyarname), Ferîd Demîrel (Rojnameger, Bianet), Gulgeş Deryaspî (Nivîskar), Krîstîn Ozbey (Nivîskar, Diyarname), Îbrahîm Halîl Baran (Nivîskar, helbestvan, dîzaynkar), Îbrahîm Bulak (Rojnameger, Yenî Ozgur Polîtîka), Maşallah Dekak (Rojnameger, Rûdaw), Mewlut Oguz (Rojnameger, Edîtorê Kovara Ziryabê), Mutlu Civiroglu (Rojnameger, Dengê Amerîka), Rahmi Batur (Rojnameger, Nivîskar), Rêbîn Ozmen (Edîtor), Rûmet Med (Edîtorê Sînemaya Serbixwe), Şengul Ogur (Nivîskar-edîtor), Zekî Ozmen (Sosyal Pedagog, Rojnameger, Diyarname), Zeynep Yaş (Lêkolînera Muzîkê.)
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Ji bo 51 hunermendên Kurd û Ereb pêşangeha şêwekarî

Ji bo 51 hunermendên Kurd û Ereb pêşangeha şêwekarî

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist