Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

KNK’ê Roja Zimanê Dayikê li tevahiya dayikên Kurd û Kurdistanî pîroz kir

February 21, 2022
0 0
KNK’ê Roja Zimanê Dayikê li tevahiya dayikên Kurd û Kurdistanî pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniya KNK’ê de hate gotin, “Piraniya rojên salê, bi wate û bîreweriyên xwe yên dînî, xwezayî, civakî, dîrokî û siyasî tên naskirin. Vêca 21’ê Sibatê  jî yek ji rojên pîroz e ku li tevaya Cîhanî weke roja zimanê dayikê tê naskirin û her neteweyek li gorî xwe û bi rê û rêbazên cuda vê bîreweriyê pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de işaret bi metirsiya li ser zimanê Kurdî hate kirin û hate ragihandin ku ev zimanê di avakirina şaristanî û pêşvebirina çanda cîhanê de xwedî roleke girîng e, di bin zexta dewletên Tirk, Faris û Ereban de tê fetisandin û jinavbirin.

Daxuyaniya KNK’ê wiha dewam kir:

“Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê di serî de bang li saziyên ziman, çand û perwerdeyê yên kurdistanê dike, vê bîreweriyê ji xwe re bikin wesîleyek û li hember fişar û zora li ser zimanê xwe, dengê xwe bilind û bilindtir bikin. Bi her şêweyê ku ew rast dibînin û bi hemû şiyan û derfetên xwe, saziyên navneteweyî ji vê rewşa mitirsîdar haydar bikin.

Ziman ne weke hin alî û derdor propagandeyê jê re dikin. Qaşo ziman tenê amraze û alava di hevgehiştinê ye di navbera mirov kom û neteweyan de ye. Berevajî vê pênaseyê raste. Ziman hebûna nasnameya gelan e, ew gelê zimanê wî tine, hebûna wî jî tine ye! Netewe bi çanda xwe, çand jî bi zimanê xwemalî xwe dinasîn e.”

Next Post
‘Divê her zarokê kurd ji ewil hînî zimanê xwe bibe’

‘Divê her zarokê kurd ji ewil hînî zimanê xwe bibe’

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist