Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan hat vekirin

September 18, 2021
0 0
Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan hat vekirin
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan ku bi şiyara “Huner ji bo her kesî ye” hat vekirin. Jinan eleqeyek mezin nîşanî vekirina komeleyê dan.

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ku bi şiyara “Huner ji bo her kesî ye” derket rê, bi konserekê avahiya xwe vekir. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, Ebrû Gunay, Pero Dundar, rêveberên Şaxa SES’ê, rêveberên Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û gelek kes beşdar bûn.
 
Seroka Komeleyê Devrîm Demîr axaftina vekirinê kir û bal kişand ser sedemên vekirinê û got: “Nivîsên jinan di her serdemê de hatin paşguhkirin. Hunerên jinan qet nehatine qebûlkirin. Bila tu carî neyê jibîrkirin, hunera jinan nayê paşguhkirin. Niha dema parastina hunera jinan e.”
 
Piştî axaftina vekirinê, grûpa Jin Ma derket ser dikê û stran strîn. Beşdaran bi tîlîlî û çepikan vekirina komeleyê pîroz kirin û li ber stranan govend gerandin. 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Serlêdana ji bo xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter didome

Serlêdana ji bo xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter didome

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist