Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Komîna Avrînê amadekariya kurtefîlma Pîjek dike

November 17, 2020
0 0
Komîna Avrînê amadekariya kurtefîlma Pîjek dike
Share on FacebookShare on Twitter

Komîna Sînemayê ya Avrînê xebata li ser kurtefîlma bi navê “Pîjek” li kantona Şehbayê didomîne. Kurtefîlm behsa şehîd û qurbaniyên wan dike ku di oxira parastina welat û axê de canê xwe ji dest dane.

Piştî bidawîbûna çalakiyên mîhrîcana Lêlon a Sînamaya Navneteweyî, Komîna Sînemayê ya Avrînê li ser kurtefîlmekê dixebite. Kurtefîlm behsa çîroka dayikekê dike ku kurê wê şehîd bûye. Dayik bi ku ve diçe kurê wê li pêş çavên wê ye û hêviya vegera wî dike.

Kurtefîlm ji berhem û derhêneriya endamê rêveber ê Komîna Avrînê, Cangîn Ebdo ye. Dirêjahiya fîlm 10 deqîqe ye. Li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê û gundê Um Hoş ê kantona Kobanê hatiye kişandin û niha di merheleya dawî ya çêkirinê de ye.

Di kurtefîlmê de 4 lîstikvan hene; yek dayik û zarokên wê  û kurê wê yê şehîd Cîger e. Tê gotin ku kurtefîlm wê li kampên koçberên Efrînê û di mîhrîcanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî were pêşandan.

Girêdayî mijarê, endamên rêveber ên Komîna Sînemayê ya Avrînê û derhênrê kurtefîlmê “Pîjek” Cangîn Ebdo wiha got: “Armanca me ji vê kurtefîlmê ew e ku şehîd nemir e. Tê de behsa çîroka dayikekê dike ku kurê wê şehîd bûye û bi ku ve diçe li pêş çavên wê xeyalên wî çêdibin. Bi demê re dayik nikare kurê xwe ji bîr bike. Kurtefîlm balê dikişîne ser rola şehîd û qurbaniyên di oxira parastina welat de têkoşiyane.”

Ebdo da zanîn ku komîn dê di rojên pêş de li ser fîlmeke nû yê bi navê “Peyama Dawî”  bixebite. Ev fîlm li ser berxwedana şervanên li eniyên pêş e. HELEB

#Xwebûn

Next Post
Hejmara mijdarê ya Kovara Zrîng derket

Hejmara mijdarê ya Kovara Zrîng derket

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist