Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne

December 2, 2021
0 0
Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
Share on FacebookShare on Twitter

RIHA – Komîsyona Şopandina Nexşeyarêya Kurdî ya HDP’ê serdana Baroya Rihayê kir û ji bo zimanê siyasetê bibe kurdî xebatan dikin. 
 
Komîsyona Şoandina Nexşerêya Kurdî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê li bajarên bakurê Kurdistanê xebatan bi rê ve dibe. Komîsyon serdana sazî û dezgehên bi kar û barên kurdî re eleqedar dibe, dike. Komîsyon piştî Amedê îro jî berê xwe da Rihayê û serdana Baroya Rihayê kir. Hevberdevkê Komîsyonê Salîm Kaplan, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Ayşe Surucu û Îmam Taşçier û Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan di şandeyê de cih digirin. 
 
Şande ji aliyê Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol û rêveberên baroyê ve hatin pêşwazîkirin. 
 
‘DIVÊ ÊDÎ ZIMANÊ SIYASETÊ BI KURDÎ BE’
 
Di serdanê de Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî û diyar kir ku ew ji bo zimanê kurdî berfirehtir bibe dixebitin û got: “Divê kurdî bibe zimanê siyasetê. Em dixwazin li Kurdistanê bi kurdî siyasetê bikin.”
 
ZEXTÊN DIJWAR LI SER KURDÎ HENE 
 
Hevberdevkê Komîsyonê û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê ku ji Komîsyona Polîtîkayên Ziman, Çand, Huner, Spor û Perwerdehiyê berpirsiyar e Salîm Kaplan jî bal kişand ser girîngiya tabelaya sê zimanî li ber deriyê Baroya Rihayê û xebatên Komîsyonên Ziman Kurdî yên baroyên bakurê Kurdistanê û wiha got: “Zextên dijwar li ser zimanê me heye. Pirsgirêka zimanê kurdî ne tenê pirsgirêka ku HDP li ser bisekine ye. Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha li ser zimanê kurdî polîtîkayên asîmîlasyon û çewisandinê hene. Ev zext roj bi roj zêde dibin. Em weke HDP di jiyana rojane de her tim bi zext û astengiyan re rûbirû ne. Rasterast li ser ziman zext hene. Mitîng ne nayê qedexekirin, lê muzîka kurdî tê astengkirin.” 
 
Şande piştî Rihayê derbasî Mêrdînê bû û wê li wir jî serdana sazî û dezgehan bike. 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe

Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist