Seroka Komîta Jinên Nivîskar ya PENa Kurd Dilşa Yûsif, peyama Navenda PENa Kurd xwend û gotarek bi navê “Girîngiya Ziman, Çand û Dîroka Kurdan” pêşkêş kir.
Rêvebirê Pedagojî&, lêkolerê Perwerdêyê li Zanîngeha Turku ya Finlandayê, Gewran Goyî gotara xwe ya bi navê “Zimanê Mîrasê, Perwerda Zimanê Mîrasê, Perwerda Zimanê Kurdî di çarçoveya Mîrasê de” pêşkêş kir.
Ji Weşanxaneya Apecê, Alî Çiftçî weşanxane û berhemên wê dan nasîn.
Heyder Diljen li ser Weşanxaneya Diljen û kitêbên dersa Kurdî peyivî.
STOCKHOLM