Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Kovara Dilopê bi dosyeya Mehmet Bayrak derket

October 13, 2021
0 0
Kovara Dilopê bi dosyeya Mehmet Bayrak derket
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara cotmeh-sermawezê ya Kovara Dilopê bi dosyeya li ser nivîskar û dîrokzan Mehmet Bayrak hatiye amadekirin der çû. 

Hejmara nû ya meha cotmeh û sermawezê ya Kovara Dilopê derket. Ev hejmara 22’yemîn a kovarê ye ku derdikeve. Kovara çand û hunerê ku bi kurdî û tirkî weşanê dike, bi boneya 50 saliya nivîskariya wî di bergê hejmara xwe ya nû de cî daye nivîskar û dîrokzan Mehmet Bayrak û dosyeya hejmara nû jî bo wî veqetandiye. Weke tê zanîn Bayrak, bi kulliyata xwe ya li ser elewî-qizilbaşan kariye bîreke tarîxî pêk bîne. Aydın Çubukçu, Faik Bulut, Erdogan Aydın, Selîm Temo û Nevzat Onaran li ser wî û xebatên wî nivîsandine di dosyeya kovarê de. 
 
Di vê hejmarê de hevpeyvînên balkêş hene. Faik Bulut di hevpeyvîna xwe de gotegotên li ser çareserkirina kêşeya kurd rave dike. Prof. Dr. Hamit Bozarslan jî ji bo vegotina qirkirina 37-38’an a Dêrsimê nîqaşeke metadolojîk bi rê ve dibe.
 
Recep Maraşlıyê nivîskarê berdewam ê kovarê, di vê hejmarê de hin nêzîkahiyên İsmail Beşikçi rexne dike, di warê têkiliya zimanan de îşaret bi hûrgiliyên balkêş jî dike.  
 
Di vê hemara Dilopê de Rohat Alakom serpêhatiya Kubara Xudoya dengbêj a yek ji kurdên Sovyetê vedibêje, Yuksel Genç jî meseleya penaberiyê di konteksta bajarên Kurdistanê de rave dike, tespîtên muhîm radigihîne.
 
Weke her hejmarê, di vê hejmarê de jî helbest, makale, çîrok û şîroveya wêneyan hene. Yaqûb Kurmanc, Ferid Demirel, Fewzî Bîlge, Mesut Alp, Ayhan Erkmen, Diljen Felat, Zelal Sarı, Ozan Serhedî ew kes in ku hejmara dawî dewlemendtir kirine.
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Romana ‘Dema Dirîreşkan’ bû film

Romana ‘Dema Dirîreşkan’ bû film

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist