Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Kovara Îlyan careke din dest bi weşanê kir

January 19, 2021
0 0
Kovara Îlyan careke din dest bi weşanê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Kovara Îsyas a taybet girêdayî çîrokên biyanî piştî sê salan careke din dest bi weşanê kir. Kovar bi zaravayê Soranî, Kelhurî, Kurmancî tê amadekirin.
Di havîna sala 2015’an de Kovara Îlyan bi 118 rûpelan dest bi weşanê kir. Heta sala 2017’an 6 hejmarên kovarê hate çapkirin. Piştre ji ber rewşa xerab a aborî weşandina kovarê hate rawestandin. Xwediyê kovarê bi xwe xerca çapê dida û parvekirina wê jî li ser milê wan bû.
Xwediyê Kovara Îlyan Aram Semîn ji Rojnews’ê re got;”Piştî sê salên rawestandina kovarê ya ji ber rewşa darayî wê hejmara nû ya Kovara Îlyan were weşandin. Wê bi bername û planek nû dest bi weşana xwe bike û wê projeya me berdewam bike. Kovara Îlyan li ser du astan kar kiriye. Ji wergera çîrok, mijaran û çîrokên hemû zaravayên Kurdî pêk tê.”
Aram da zanîn ku di govarê de bi 9 zimanên; Fransî, Îngilîzî, Swêde, Rusî, Erebî, Farisî, Spanî, Tirkî û Elmanî, mijar bi zimanê Kurdî hatine wergerandin. Heya niha nêzî 400 çîrok ji bilî gotar û hevpeyvînan hatine wergerandin.
Aram Semîn derbarê hejmara nû ya govarê de jî got; “Niha hejmara 7 ya govarê bi 425 laperan ku tê de çîrok, xwendin, hevpeyvîn û lêkolîn heye, ji çapxaneyê derketiye. Di rojên bê de wê govar bigihe pirtûkxaneyên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.”
Li ser bergê hejmara nû ya govarê wêneyek serokkomarê Tirk Receb Tayîp Erdogan hatiye danîn û di destê Erdogan de jî wêneyê zarokên ku di bombebaran û dagirkeriya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane, heye.
Aram Semîn derbarê wêneyê Erdogan de jî got; “Ev girêdayî xebata çandî û ferhengî ya bi xebata netewiye. Ji ber ku di kesayeta Erdogan de tevlîhevî û faşîzm li Rojhilat, Rojava û kevneperestiya olî û rêgezperestî tund bûye.”

ژمارەکانی پێشوو
(rn)

#Rojnews

Next Post
KNK: Em ji ber wefata dengbêj Cemalê Mihê gelekî xemgîn in

KNK: Em ji ber wefata dengbêj Cemalê Mihê gelekî xemgîn in

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist