Kovar gelek caran qûnaxa yekemîn a nivîskariyê ye. Nivîskarên ku rêya wan bi kovarekê neketibe, gelekî kêm in û pirraniya nivîskar û helbestvanên giregir jî pêşiyê bi nivîsên xwe yên di kovaran de hatine nasîn. Gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurd jî cara pêşîn (bi nivîsên xwe yên) di kovaran de hev nas kirine, fikr û ramanên xwe, nivîsên xwe bi hev re û bi gel re parve kirine. Ev fikr û raman di kovaran de li pêş çavên gel xemilîne û kemilîne.
Hawarê ‘nifşek’ afirand
Afirandina “nifşek”î, ekolekê, rêgehekê karê herî dijwar e û ligel dijwariyan hemûyan Hawarê karibûye vê yekê pêk bîne. Li ser Hawarê, zimanê wê, serdema wê, nivîskarên wê, ber û berhemên wê, heta niha gelek xebat hatine kirin, gotar û tez hatine nivîsandin û divê hîna gelek bên nivîsandin jî.
Kovara “W” jî yek ji wan hewlan e ku li ber dilê min pîroz e. W’ya ku 13 hejmarên wê yên pêşîn ji aliyê hinek nivîskarên serbixwe yên wek Dilawer Zeraq, Sîdar Jîr, Mem Mîrxan ve hat amadekirin û weşandin, ji hejmara 14’an heta ya dawîn, hejmara 53’yan a Tîrmeh – Gelawêjê ya ku di 2016’an de hat weşandin, ji aliyê kedkar û keddarên Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve hat weşandin û belavkirin. Kovara W her çiqas qadên çand, huner û wêjeyê ji xwe re wek qadên xebatê diyar kiribin jî, giraniya nivîsên tê de wêjeyî bûn. Di çend hejmarên dawîn de dosyeyên li ser mijar û beşên wek sînema, wênegirî, wênesazî, şano, hwd jî hatine amadekirin.