Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Kurdolog Celîlê Celîl ji bo folklora kurdî bang kir

February 15, 2021
0 0
Kurdolog Celîlê Celîl ji bo folklora kurdî bang kir
Share on FacebookShare on Twitter

Kurdolog, dîroknas û nivîskar Celîlê Celîl ê bi dehan sal in li ser folklora kurdî dixebite û heta niha gelek pirtûk nivîsîne, bi rêya rojnameya me Xwebûnê bang li kurdan kir ku berhemên der barê folklora kurdî de jê re bişînin.

Banga Celîlê Celîl wiha ye:

“Dot û pisên kurdan ên hêja! Çûk û mezinên şîrîn! Ez ji we hêvî dikim, di pirseke girîng da aliyê min bikin. Ew pirs li ser mijara ‘Kal û pîrên min’e. Li gorî karîna xwe li ser vê mijarê binivîsin, binivîsin, çiku ji kal û pîrên we bîra weda maye.

- Advertisement -

– Advertisement –

Binivîsin: nav û kunyata wan; serboriya wan; xeyset, teybetmendiyên wan; li ser çaranûsa wan; zanebûna wan li ser zargotinê (çi stran, çîrok, destan û hwd dizanibûn, ji we ra gotine, çawa digotin (bi kêf, bi eşq, bi heybet…); çawa zargotin dinirxandin; hêjaya zimanê kurdî bi çi rengî dinirxandin; kurdbûna xwe çawa diparastin (erf, edetên wan ên şexsî); terbiyekirina zaroyan, şîretkarî li ser ‘başî’ û ‘xirabiyê’.

Binivîsin hûn her kes: çûk û mezin, ahil û cahil, qîz û xort; kal û pîrên we çi çîrok û stran, yan jî destan, gotinên pêşiyan hwd digotin û jê çi di bîra we da maye? Çawa digotin, hunera gotina wan çawa bû? Çi digotin, yan jî di dewra wan da çawa bûne ode (li gundan), konên sohbeta (li zozanan)?

Ji kerema xwe, tevî nivîsa xwe du-sê fotoyên kal û pîrên xwe: tenê, tevî neferên malê, gundên hêwra wan, xaniyên kal û pîran (heger hebin) pê ra bişînin.

Bişînin bi nivîsar, yan jî dengê axaftina xwe, bi vîdeo (telefon, maîl). Heger kal û pîrên we sax bin, dengê wan jî bişînin, pirsyaran  ji wan bikin!”

Maîla Celîlê Celîl: jaliljalile@gmail.com

#Xwebûn

Next Post
De Pîro bê Pîro

De Pîro bê Pîro

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist