Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Kursên Kurdî li Arsîsa dest pê kir

September 17, 2021
0 0
Kursên Kurdî li Arsîsa dest pê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsa ya Wanê li gel ku nû vebûye jî bi dilgermî tê pêşwazîkirin. Li Arsîsa li gel zarokan wê ji bo mirovên temenmezin jî perwerde were dayin.

Mehmet Batu ku li Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Arsisa xebatan rê ve dibe têkilî qedexekirin û asîmîlasyonan zimên got, ”Sedema sereke ya qedexekirin û asîmîlekirinê ew e ku bi vê tê xwestin bîr û dahatuya civaka ku wî zimanî bi kar tîne, ji holê were rakirin.”

Batu bi berdewamî bi bîr xist ku ji damezirîna komara Tirk û wir ve yek ji polîtîkaya sereke ya dewletê ew e ku Kurdî qedexe bike û ev biryara qedexekirinê bi rengekî biryardar, sîstematîk tê tomandin.

Batu nêzîkatiya qeyûman a li Kurdî, rakirina tabêlayan, navê kuçe, kolan û parkan ên bi Kurdî bi bîr xist û got, ”Ev ne di fermiyetê de jî be bi mînakên fiîlî yên qedexekirina Kurdî ne. Dema ku mijar Kurd û Kurdî be, hiqûq ji holê radibe.”

Batu diyar kir li Erdîşê û li navenda Wanê li Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê dersên Kurdî didin, li gel ku nû hatine vekirin jî gel bi dilgermî pêşwazî li komeleyê kirine.

Batu got, ”Ji bo zarokan li gorî temenên wan pol hene, her wiha ji bo temenmezinan jî bi astên cuda polên me hene.”

Bi berdewamî Batu giringiya xebatên li Arsîsa destnîşan kir û got, ”Li dijî asîmîlasyonê ya ku bi rengekî sîstematîk tê domandin ji bo kesên ku dixwazin Kurdî hîn bibin ARSÎSA alternatîfeke girîng e.” Batu bang kir ku her kes ji bo ku hînî Kurdî bibin tevlî kursên wan bibin.

Batu li ser mijara asîmîlasyonê got berpirsyariya giran dikeve ser malbatan, ji malbatan xwest ku zarokên xwe bişîninin nav xebatên çandî yên bi Kurdî û ne tenê li nav malê, her wiha di nav xebatên rojana de jî Kurdî were axaftin, berhemên Kurdî werin xwendin, rojanema û kovarên Kurdî bêne standin, malperên bi Kurdî bêne şopandin.

Next Post
Em vê qederê nas nakin!

Em vê qederê nas nakin!

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist