Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Lal Laleş di ‘Şevbihêrkên Payîzê’ de pirtûka xwe îmze kir

September 19, 2021
0 0
Lal Laleş di ‘Şevbihêrkên Payîzê’ de pirtûka xwe îmze kir
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Helbestvan Lal Laleş di gotûbêja xwe ya di bernameya “Şevbihêrkên Payîzê” de axivî û got ew ji nifşê Rewşenê û berxwedan û têkoşîna salên 90’î ye.

 
Wêjegeh Amed û Hewş Kafe bi hevkarî çalakiyeke wêjeyî li dar xistin. Hewş bi navê “Şevbihêrkên Payîzê” rêzeçalakiyek hunerî daye pêşiya xwe. Bernameya ewil bi gotûbêja helbestvan Lal Laleş dest pê kir. Bername li baxçeyê Hewşê ya li navçeya Sûrê hat lidarxistin. Ji bo Laleş bernameyek gotûbêjê hat amadekirin. Di bernameyê de gelek nivîskar û helbestvan û xwîner amade bûn.
 
Bahtiyar Mermertaş moderatorê gotûbêjê bû û Mermertaş behsa naveroka pirtûka “Nora İstanbul Bir Hiçtir” a Lal Laleş kir nû hatiye çapkirin.
 
Lal Laleş axivî û destnîşan kir ku em dikarin li ser ziman, edebiyata xwe çend gotinan ji hev re bêjin û hin ji wan bi kurdî û hin ji wan bi tirkî binivîsinin û ev pir rengîniyek û dewlemendiyek wan e.
 
‘EZ JI NIFŞÊ BERXWEDANA SALÊN 90’Î ME’
 
Laleş anî ziman ku ew xwe wek ji nifşên Rewşenê dihesibîne û wiha got: “Min hewl da hin caran bi zimanê tirkî jî hin risteyan saz bikim. Ez gelek kêfxweş im ku bi du zimanan dinivîsînim. Min ev hevokên xwe li gelek deveran gotin. Lê di esasa xwe de berhemên min ‘Berbejna Rê’, ‘Deqeyên Qesas’ û ‘Matmayînên Ronyayê’ jêderka min in, hebûna min û zimanên min in. Heke min van nenivîsanda dibe ku îro vê pirtûka tirkî jî nebûya. Ji ber ku min xwe li ser ziman, li ser koka xwe, li ser ruhê salên 90’î, berxwedana wê û têkoşîna wê ava kir. Ez bi vêya serbilind im. Ji ber ku ev milet her daîm bêguman hewl dide ku li peyvên xwe, li çîrok xwe, li zimanê xwe û gelek tiştên xwe yên din xwedî derkeve.”
 
Laleş da zanîn ku ew li gelek cihan beriya dest bi axaftina xwe bike helbesta ‘Kirîv û Kufra Şerabê’ ku li ser civaka êzidî nivîsandiye dixwîne.
 
Laleş piştî axaftina xwe ya destpêkê helbesta li ser civaka êzidî nivîsandiye ji xwîner û mêvanên xwe re xwend.
 
Pişt re beşdaran pirs ji Laleş kirin û bersiva pirsan da û çalakî bi îmzekirina pirtûkê bi dawî bû. 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Aryen hunermendên nû digihîne

Aryen hunermendên nû digihîne

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist