Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn

May 13, 2022
0 0
Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Di çarçoveya bernameyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Parka Rojavayê dîwana dengbêjan hat danîn. 
 
Bernameyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî yên ji aliyê Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ve hatibûn ragihandin, didomin. Îro di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle yê li Parka Rojava ya navçeya Peyasê bi navê “Dîwana Dengbêjan” çalakiyek li dar xist. Endam û rêvebirin Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) û gelek welatî tev li bernameyê bûn.
 
Çalakî bi bi stranên stranbêjên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ya Êlihê dest pê kir. Paşê dengbêjên li dîwanê jî kilam gotin û bal kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî. Her wiha kesên di dema çalakiyê de li derdora parkê bûn jî tev li bernameyê bûn û bi çepik û tililiyan coşa bernameyê zêde kirin. 
 
Paşê govend hat gerandin û ber bi dawiyê ve jî beşdaran bi çepikan strana “Zimanê Kurdî” ya Aram Tîgran gotin û govend gerandin.
 
Di dawiya bernameyê de Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî. Ronî, destnîşan kir ku heya kurdî li vî welatî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dê bitêkoşin û gel vexwand “Meşa Ziman” ku dê roja yekşemê li ber NCîty AVM’yê dest pê bike û heya Parka Koşûyolûyê bidome.
 
Bernameyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî yên ku dê bên lidarxistin ev in:
 
*15 Gulan: Saet di 16.00’an de “Meşa Ziman”
 
*15 Gulan: Li Zarok Ma’yê saet di 18.00’an de Dîwana Zarokan 
 
*16 Gulan: Li Eywana Dawetê ya Demîrokê saet di 19.30’yî de şahî
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
‘Şerê man û nemanê ye’

‘Şerê man û nemanê ye’

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist