Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Amedê konsereke mezin

February 26, 2022
0 0
Li Amedê konsereke mezin
Share on FacebookShare on Twitter

 
AMED – Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê li Amedê konserek li dar xist. Hunermandan bi stran û awazên kurdî eywan hejandin. 
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ku li Amedê xebatên xwe yên çand û hunerî bi rê ve dibe, bi armanca “Hevnasîn û Piştevaniyê” konserek bêhempa li dar xist. Konser li Eywana Dawetê ya Ava ya li semta Dîclekentê yê ya navçeya Peyasê hat lidarxistin. Bi hezaran welatî beşdarî konserê bûn. 
 
HUNERMENDAN EYWAN HEJANDIN
 
Di konserê de ewilî Orkestra MA Muzikê derket ser dikê. Pişt re jî hunermendê Komeleyê Ahmet Jiyara derket ser dikê û strî. Dû re stranbêjê komeleyê Rênçber Agirî derket ser dikê û stranên xwe gotin. 
 
Hunermend Şîlan Dora derket ser dikê û ji bo zimanê kurdî û 8’ê Adarê peyam dan û stranên xwe pêşkêşî bîneran kir. 
 
Bi derketina hunermend Azad Bedran a ser dikê re coşa li hêwanê zêdetir bû. Herî dawî Hunermend Hîvron derket ser dikê û stranên xwe yên ji hev xweştir gotin.
 
BANGA XWEDÎDERKETINA LI ÇAND Û ZIMANÊ KURDΠ
 
Di konserê de welatiyan bênavber li ber stranan govend gerand û coşa konserê hêjayî dîtinê bû. Hunermendên derketin ser dikê silavên xwe ji girtiyan re şandin û ji bo xwedîderketina li ziman, çand û hunera kurdî bang hat kirin. Konser bi gerandina govendê û bi berzkirina “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post

https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-dema-dayik-dibin-peseng-158782

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist