Li paytexta Katalonya Barcelonayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî konserek bi navê “Ji bo Kurdistanê dema hêviyê” hat lidarxistin.
Konser bi piştgiriya dostên Kurdan, Platforma Azadî, Cîemen û komên din ên piştevaniyê, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî pêk hat.
Konsera ku bi dirûşmeyên “Ji bo mafê çarenûsiya gelê Kurd û azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî! Dona, Vida, Libertat! (Jin, Jiyan, Azadi!)” hat lidarxistin, bi piştgiriya partiyên çepgir, sosyalîst û yên serxwebûnxwaz ên parlamento û hikûmeta Katalonyayê pêk hat.
Tevî hunermend Diyar Dêrsim hunermendên Katalan Clara Peya, Ebri Knight, Las Bajas Pasiones, Lil Rusia, Adala û Mabel Flores derketin ser dikê.
Ji Rêxistina Parastina Zimanên Bindest David Minoves, ji Partiya Jinûve avakirina Komunîst ê Îtalyayê Ramon Montavani, Parlamenterê Partiya Çepgir a NavKomarî ya Katalan Ruben Wansberg, Parlamentera Partiya Gel a Yekbûyî Eulalia Reguan û Serokê berê yê Rêveberiya Xweser ê Katalonya yê li sirgûnê Charles Puigdemond di konsere de amade bûn.
Li ser navê Komîteya Amadekar Faruk Doru û Komîteya Jineolojiyê ya Katalonyayê axaftin hatin kirin.