Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Baselê Dîwana Dengbêjiyê hate lidarxistin

November 7, 2022
0 0
Li Baselê Dîwana Dengbêjiyê hate lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

BASEL – Navenda Çandê ya Medê li bajarê Basel ê Swîsreyê dîwana dengbêjan li dar xist. 
 
Li Swîsreyê bi pêşengtiya Navenda Çand a Medê hin rêze çalakiyên çandî tên lidarxistin. Duh li bajarê Baselê li eywana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd şeva dengbêjiyê hate lidarxistin. 
 
Hozan Şemdîn, Berfîn Demîr, Newroz û Hîkmet Toktaş di bernameya şevê de klamên ji hev xweşiktir strandin. 
 
‘XWEDÎ LI CEWHERA XWE DERKETIN’
 
Di çalakiya şevê de Hozan Şemdîn bi lêv kir ku li gel hemû hewldanên asîmîlasyonê, çanda kurd bi saya kevneşopiya dengbêjiyê xwe li ser piyan digire û got: “Ev kevneşopî xwedî roleke ku me li dijî asîmîlasyonê diparêze ye. Çanda kurd çandeke girîng e. Dibe ku em ji welatê xwe dûr bin lê em hewl didin xwedî li çanda xwe derbikevin. Her dû hevalên ciwan ên ku ez bi wan re derdikevim ser dikê nîşan didin kû ev çande dê tim û tim hebe. Stranên me ji me dizîne û birine. Ev gel ji her hêlê ve di bin êrişan de ye. Em dixwazin kilamên her herêmekê kom bikin û li bajêrên cuda ên Ewropayê bistrên. Xwedî derketina vê kevneşopiyê, xwedî derketina cewhera xwe ye.”
 
Di dîwana dengbêjan de Hozan Şemdîn, Berfîn Demîr, Newroz, Hîkmet Toktaş û koma tembûrê cih girt. Di dîwanê de hin kêliyên ku xemgîn jî çêbûn, hin caran jî kesên tev li çalakiyê bûn bi kilaman govend gerandin. 
 
Di navendê de di navbera 3 û 4’ê kanûnê dê Rojên Fîlmên Kurd ên Baselê, di nava meha kanûnê de dê Kampa Folklorê û di navbera 13 û 16’ê nîsanê de jî dê Hefteya Çanda Kurdî ya Baselê bê lidarxistin. 
 
* Erdogan Zamûr – Rojnamevan
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe

Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist