Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Başûr karkirina kolektîf hîn jî dewam dike

April 14, 2021
0 0
Li Başûr karkirina kolektîf hîn jî dewam dike
Share on FacebookShare on Twitter

Kevneşopiya bi sedan sal ya karkirina kolektîf heya roja me ya îro jî dewam dike. Xelkê gundek navçeya Koyeyê bi hevre dest bi paqijkirin coyên avdêriyê kirin. Welatiyan ragihandin ku bihevre karkirin, aramiyê bi xwere tîne û ew pêkêfxweşin.

Bi sedan sale Gelê Kurd xwedî li çand û hûnera xwe derdikeve, kevneşopiya ji bav û bapîran mayî heya roja me ya îro jî dewam dike. Yek ji kevneşopiya herî kevin, karkirina kolektîfe. Lê niha zêdetirî xwe Kurd li gundan vî karî bi hevre dimeşînin. Xelkê gund karên zehmet bi awayek kolektîf dikin û bi vî awayî ji hevdûre asankariyê çêdikin.

Xelkê gundê Bogid ya ser bi bajarokê Aştî ya ser bi navçaye Koyeyê a Hewlêrê, bi hevre coyên avdêriyê paqij dikin. Xelkê gund her roj ji bo malekê bi hevre kar dikin, bi hatina werza biharê re çandinî jî destpêkiriye. Ji bo vê xelkê gund dest bi paqijkirina coyên avdêriyê kirine.

Ne tenê xelkê gund, kesên ji gund çûne bajaran jî di van rojane de tên alîkariya kesûkarên xwe. Xelkê gund diyardikin ku ew dixwazin kevneşopiya bav û kalan dewam bikin û neyê jibîr kirin.

Welatiyê bi navê Behadîn Ebdula diyarkir ku ger coyên avdêriyê paqij nekin, wê gelek av vale biçe. Ebdula da zanîn ku niha kes êdî girîngiyê nade berhemên navxweyî, wek sedem jî got; “Sedem desthilate, hikumetê hemû kes bi mûçe ve daye girêdan.”

Behadîn

Xelkê gund diyar dikin dema borî de 9 aşên avê li ser coyan kar dikirin û genim pêdihat avdan. Lê niha ew aş kar nakin û jiholê rabûne.

Welatiyek din ê bi navê Lawe Qadir jî got ku xelkê li bajar jî jiyan dikin, hatine alîkariyê ev yek tenê ji bo kêfşxweşî û aramiyê dide.

Lawe Qadir

Paqijkirina coyên avê piraniya xwe bihatina biharê re tê kirin, ji ber ku di zivistanê de coyên avê bi kevir û heriyê tên girtin.

Li gund pirsgirêka avê jî heye, niha bi ava heyî her 10 roj carek, çandiniya heyî tê avdan. Xelkê gund dibêjin ava wan kême û dibe ku havînê hîn kêmtir jî bibe.

Welatiyê bi navê Elî Ebdulrehman bang li îdareya bajarok kir da ku coyên avê nûjen bikin, ji ber ku debara piraniya xelkê gund li ser çandiniyê ye.

Elî

 

(nr)

#Rojnews

Next Post
Nifşê duyem ê hunermendên Shano

Nifşê duyem ê hunermendên Shano

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist