Roman Robroek li seranserî Îtalyayê geriyaye û ji Bakûr ber bi Başûr ve çûye. Wî di vê xebata xwe de wêneyê 100 dêrên kavil yên terikandî, girtine. Hellbet wî fresk û mîmariya van dêran, ango hostetiya bêhempa jî raxistiye ber çavan. Jixwe, tişta bala wî kişandiye jî hunerê di nav van dêran de ango freskên li ser dîwaran bûne. Her wiha Roman Robroek dibêje, li Îtalyayê bi qasî hezar dêrên kavilbûyî hene û dibe ku hejmar zêdetir be jî.
Nihêrîna Roman Robroek ya li van dêrên kavil û wêranbûyî nihêrîneke xweş û balkêş e. Di wêneyên wî de mirov dibîne ku di van dêran de hostetiyeke bêhempa heye û freskên gelek baş hatine çêkirin. Lê ev freskên di dêran de hatine çêkirin, roj bi roj hildiweşin tên xwarê. Dêrên ku Robroek wêneyên wan girtine, niha di nav xwezayê de bûne kavil û winda bûne. Robroek, wêneyên şapelên piçûk jî û yên dêrên mezin jî girtine. Ew bi van wêneyan çand û hunerê li ser dîwarên dêran radixe ber çavan. Ji ber ku berê çêkirina freskan ya li ser dîwarên dêran gelekî zehmet bû û dirêj dikişand.
Li gundên vala dêrên bêxwedî
Robroek dibêje, ev dêr tenê bi saya hin fonan dikarin werin parastin. Her wiha ew balê dibe ser mîmariya li dêran û dibêje, mînakên mimariyên wiha êdî nemane. Robroek wiha pê de diçe: “Dibe ku kes bawer neke ku ev dêrên hunerî kavil dibin û hildiweşin, lê rastî di wêneyan de tê xuyanê. Sedema vê yekê jî tinebûna aboriyê ye û her wiha ji bo mirov debara xwe bikin, piştî demekê mecbûr in li aboriyê bifikirin û zêde kes guh nade van dêran. Piştî gund vala dibin, ev dêr jî bê xwedî dimînin. Ji lewma li gundê vala yên xerabe, ji çavan dûr ev dêr jî hildiweşin û dibin kavil.”