Perwerdekarê komeleyê, mamosteyê muzîkê Omer Baran, behsa xebatên komeleyê kir.
Baran, anî ziman ku nêzî 8 sal in dersên deng û enstrumanan dide û niha tevî 12 hevalên xwe bênavber dixebitin.
Baran, destnîşan kir ku di gihandina zarokan de muzîk û huner pirr girîng in û got, “Lewma divê li her malê însturumanek hebe. Ji ber ku zarokan daxilî nav civakê dike û wan ji tiştên xirab dûr dixe. Mêjiyê wan zelal dike.”