Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li dijî asîmîlasyonê divê ji bo Kurdî karekî mezin bê kirin

December 17, 2021
0 0
Li dijî asîmîlasyonê divê ji bo Kurdî karekî mezin bê kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Nivîskar Nezîr Ocek ku bi karên xwe yên li ser Kurdî tê naskirin, wiha axivî “Gelê Kurd divê xwedî li zimanê xwe derkeve; li malê, li kolanan, li her derê divê bi Kurdî biaxivin.”

Ocek ku li ser ziman û wêjeya Kurd dixebite; li gel pirtûkên xwe yên bi navê Waneyên Rêzimana Kurmancî, Wêjeya Kurdî, Dîn û Mîtolojî û Destana Rustemê Zal her wiha gelek wergerên wêjeya Kurdî kiriye, piştgirî da hewldanên saziyî yên mîna Kurdî Derê yên ji bo Kurdî.

Ocek got, “Heta ku sax bim ez ê ji bo Kurdî karê xwe dewam bikim” û got, “Di dema şaredariyên me de ji bo Kurdî gelek tişt hatin kirin. Her wiha li saziyên me perwerdeya bi Kurdî dihate dayin, ji bo paşeroja zimanê Kurdî kar dihate kirin. Piştre dewletê dest danî ser saxiyên Kurdan, qeyûm li şaredariyan danîn. Li şûna saziyên me saziyên xwe ava kir; dest bi bikaranîna ol kir. Bi taybetî û ji bo asîmîlekirina zarokên Kurdan hewl dide.”

Ocek diyar kir ku Ereb, Tirk û Fars hewl didin ziman û çanda Kurd asîmîle bikin û destnîşan kir ku li dijî vê asîmîlasyonê divê rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurd ji bo pêşvebirina wêje û zimanê Kurdî hîn bêhtir bixebitin, kedê bidin.

Ocek got, “Gelê Kurd divê xwedî li zimanê xwe derkeve; li malê, li kolanan, li her derê divê bi Kurdî biaxivin. Zarokên me ku paşeroja ziman û çanda me ne, hêdî hêdî di nava çand û zimanekî cuda de mezin dibin. Divê em zarokên xwe bi çîrokên bi zimanê xwe mezin bikin. Divê em xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê her Kurd mala xwe bike dibistanek; bi Kurdî biaxivin û bi çanda Kurd bijîn.”

Next Post
LaWje li Stenbolê konsertekê dide

Konsera LaWje hat taloqkirin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist