Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê bi pêşengiya rêxistinên antî faşîst festîvalek ji bo 3 rojan hate lidarxfistin.
Tevî gelên cuda û rêxistinên wan, endamên Meclîsa Jinan a Aysa Yuksel jî tevlî festîvalê bûn. Jinan standa agahdarkirinê danîn, broşur belav kirin û ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin îmze kom kirin.
Kinc û xwarinên gelêrî yên jinên Kurd di festîvalê de bal kişand.