Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin

June 4, 2022
0 0
Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
Share on FacebookShare on Twitter

EDENE – Walîtiya Edeneyê şanoya bi kurdî “Tartuffe”yê qedexe kir. 
 
Dê şanoya bi kurdî “Tartuffe” li Hêwana Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê bihata lîstin. Lê Walîtiya Edeneyê şanoyê qedexe kir. 
 
Serlêdana ji bo şanoyê ji aliyê Walîtiya Edeneyê ve hat redkirin. Walîtiyê ji bo şanoya “Tartuffe”yê got, “ji bo temaşekirinê ne guncan e.” 
 
Serlêdan ji bo 5’ê Hezîranê hatibû kirin, lê walîtiyê biryar ji bo 6’ê Hezîranê daye. Hat diyarkirin ku 6’ê Hezîranê bi şaşî hatiye nivîsandin. 
 
‘BÊTEHAMULÎ’
 
Her wiha Walîtiya Mêrsînê jî ji bo serlêdana heman şanoyê ku dê di 6’ê Hezîranê de li Mêrsînê bê lîstin got “ji bo temaşekirinê guncan e.” Organîzator Sûat Ekîn bertek nîşanî biryara Walîtiya Edeneyê da û got: “A rast ji bo çalakiyên li hêwanan tên lidarxistin pêdivî bi destûra walîtiyê tune ye. Lê Midûriyeta Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ya CHP’î bi israr got, ‘divê hûn destûrê ji walîtiyê bigirin, yan na em ê nehêlin bê lîstin.’ Ev biryara qedexekirinê netehemulkirina kurdî ye. Min ji bo destûrê serî li Walîtiya Edeneyê da. Walîtî jî telefonî Şaxa Ewlehiyê kir. Şaxa Ewlehiyê jî telefonî min kir û ji min pirsîn ‘lîstika we bi tirkî ye yan bi kurdî?’ Min jî got, ma ferq dike? Gotin, ‘na û herin kaxeza destûrê ji walîtiyê bigirin. Dê ew der bersiva we bide.’ Min di kaxezê de nivîsa ‘ne guncan e’ dît. Ev, nîşaneya netehemulkirina kurdî ye. Em qebûl nakin.” 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Mîhrîcana Dersimê ya 12’emîn: Dersim berxwedan e

Mîhrîcana Dersimê ya 12’emîn: Dersim berxwedan e

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist