Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Êlihê bi navê Roza pirtûkfiroşek vebû

January 14, 2021
0 0
Li Êlihê bi navê Roza pirtûkfiroşek vebû
Share on FacebookShare on Twitter

ÊLIH – Li Êlihê bi navê Rozayê pirtûkfiroşek hat vekirin. Li Rozayê eleqeyeke zêde ji bo pirtûkên kurdî heye.

Li Êlihê bi navê Rozayê pirtûkfiroşek hat vekirin. Li Rozayê pirtûkên Aryen, Aram, Avesta, Lîs, Nûbihar, Dara, Peywend, Sîtav û gelek weşanxaneyên din hene. Çendî ku nû hatibe vekirin jî eleqeyeke zêde ji bo wê heye. 
 
Berpirsiyarê Rozayê û Gerînendeyê Giştî yê Weşanên Aryenê Roj Agir, anî ziman ku Rozayê di 15’ê Kanûnê de vkirine û armanca wan daxwazên gelê bajêr pêk bînin. Agir, bilêv kir ku li ser medyaya sosyal û bi rêya maîlan gelek kesan ev yek ji wan daxwaz kiriye û got: “Êlih, bajereke ku gelek xwendavên wê hene. Me jî xwest em vê daxwaza wan pêk bîbin û me Rozayê vekir. PIştî me vekir, pirtûkhez tên û pirtûkên dixwazin bixwînin peyda dikin. A herî girîng jî, dest didin pirtûkan û bi rihetî hildibijêrin. Her wiha li vê derê rûdinên û dixwînin.” 
 
Agir, diyar kir ku li Rozayê ji prtûkên Mehmed Ûzûn, Selahattîn Demîrtaş, Mahmût Baksî, Menaf Osman, Helîm Yûsiv, Bextiyar Elî, Arjen Arî, Selim Temo, Hesenê Metê, Xeyrî Garzan, Figen Yuksekdag, Sabahattîn Alî bigire pirtûkên gelek nivîskar û helbestvanan hene. 
 
ELEQEYA JI BO KURDΠ
 
Agir, da zanîn ku li Rozayê piranî pirtûkên kurdî hene û jixwe armanca wan jî ew e ku di warê pêşektina kurdî de tevkariyekê bikin. Agir, bilêv kir ku ji bo hînbûna kurdî li Rozayê “Ferheng”, “Hînker” û pirtûkên derbarê zimanê kurdî de hene û nexasim jî eleqeyeke baş ji bo van pirtûkan heye. 
 
ROJÊN ÎMZEYÊ 
 
Agir, diyar kir ku ji ber ku niha pandemî heye nikarin rojên îmzeyê li dar bixin, lê belê wexta şert û merc baş bibin dê rojên îmzeyê jî li dar bixin û dixwazin gelê bajêr û nivîskaran bînin cem hev du. 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Serê salê bi dîmenên rengîn hat pîrozkirin

Serê salê bi dîmenên rengîn hat pîrozkirin

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist