Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Enqerê pirtûka ‘Dîwarên Ku Wê Hilweşin’ hat îmzekirin

November 18, 2020
0 0
Li Enqerê pirtûka ‘Dîwarên Ku Wê Hilweşin’ hat îmzekirin
Share on FacebookShare on Twitter

ENQERE – Li Enqerê, ji bo pirtûka helbestan “Dîwarên Ku Wê Hilweşin” ya Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bernameya îmzekirinê hat lidarxistin. 
 
Ji bo ji bo pirtûka helbestan “Dîwarên Ku Wê Hilweşin” ya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtiye, li avahiya Rêxistina Partiyê ya Enqerê bernameya îmzekirinê hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîoglû, Parlamenterê Dîlokê Mahmût Togrûl, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Velî Saçilik, endamên partiyê û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Wêneyên Yuksekdag bi salona bernameyê ve hatin kirin. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, axaftina vekirinê kir û wiha got: “Ez ji bo hemû kesên, têkoşîna hilweşandina dîwaran bi rêve dibin spasiyên xwe pêşkêş dikim. Em ê demên zor û zehmet derbas bikin û aştiyeke mayinda ava bikin. Ev dem demên zor û zehmetin, lê ya girîng ewe ku em di demên wiha de têkoşîna xwe mezin bikin.” Togrûl, dûre helbesta “Dayika Taybet” a ku Yuksekdag nivîsandibû xwend. 
 
Dûre Parlamentera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîgolû, helbesta “Ew dar” a ku Yuksekdag ji bo kesên di Komkujiya Pirsûsê de, jiyana xwe ji dest dayîn nivîsandibû xwend. 
 
Piştî îmzekirina pirtûkê, bername bi gotina stranan bi dawî bû. 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
HDP’ê helbestvanê mezin Cegerxwîn bibîr anî

HDP'ê helbestvanê mezin Cegerxwîn bibîr anî

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist