Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda

January 2, 2021
0 0
Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda
Share on FacebookShare on Twitter

COLEMÊRG – Li Geverê xebatên çand û hunerî ji holê hatine rakirin. Ji ber vê yekê ciwanên bi kuçe û kolanan daketin komek muzîkê ya bi navê Koma Dengda saz kirin û li ber stranên kurdî kolanan şên dikin. 
 
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 2016’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û 79 rojan berdewam kiribû. Piştî vê pêvajoyê Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin û sepanên OHAL’ê bandorek neyînî li ser xebatên çand û hunerê kirin. Piştî qedexeya derketina derve avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê hatibû hilweşandin û piştî wê nikaribû karûbar birêve bibe. Bi danîna qeyûmê ser Şaredariya Geverê re xebatên di qada çand û hunerê de bi temamî qediyan. Li Geverê ev 4 sal in xebatek çand û hunerê ber bi çav nîne û ciwan jî li gorî derfetên xwe alternatîfên cuda diafirînin. Çend ciwanên berê hunera xwe dan kolan û kuçeyan, bi navê Koma Dengda komek muzîkê saz kirin û ev kom li kuçe û kolanan stranên kurdî dibêje û derdorê şên dike û dengê stranên wan olan didin. 
 
BI HUNERÊ XWEDÎ LI ZIMAN DERTÊN 
 
Can Kûtlûk ê endamê Komê û destnîşan kir ku cihek ango navendek ew hunera bi zimanê dayika xwe lê îcra bikin nîne û ev yek jî cihê xemgîniyê ye. Kûtlûk anî ziman ku ew ji biçûkatiya xwe ve stranan dibêje û paşê kêfa wî ji muzîkê re hatiye û piştî ew fêrî lêdana gîtarê dibe li kuçeyan dest bi stranbêjiyê kiriye. Kûtlûk da zanîn ku ev meheke ew li kolanan stranan dibêjin û ew hêzê ji însananên piştevaniyê didin wan digirin. Kûtlûk destnîşan kir ku ew bi stranên kurdî nahêlin zimanê wan dayikê were jibîrkirin û bi vî awayî xwedî li çanda xwe derdikevin. 
 
CIWAN DIXWAZIN KOMELE WERE VEKIRIN
 
Kûtlûk anî ziman ku gelek ciwanên li geverê ji ber bêderfetiyên madî dest ji muzîkê berdan û bi sekinandina karûbarên Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê xebatên li qada çand û hunerê bi temamî ji holê hatin rakirin. Kûtlûk diyar kir ku di serdema xebatên komeleyê hebûn gelek ciwan belaş li wir di qada çand û hunerê de xwe li pêş dixistin û ciwan dixwazin komeleya wan çand û hunerê dîsa ji nûve were vekirin. 
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Hêjmara 10’emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye

Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist