Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Helebce peykerê Jiyanewe ji bo Şengalê tê çêkirin

December 1, 2020
0 0
Li Helebce peykerê Jiyanewe ji bo Şengalê tê çêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Peykerê Jiyanewe, li Helebceyê ji aliyê Peykersaz Huner Sahêbe ve tê çêkirin û peyker wek sembola serhildan û berxwedana jinên Êzidî wê pêşkêşî Şengalê were kirin.

Li Helebce bi qasî meheke Peykersaz Huner Sahêbe dest bi çêkirina Peykerê Jiyanewe kiriye û dixwaze vê peykerî wek diyariyek ji bo serhildan û berxwedana jinên Êzidî ya li dijî şidet û tawanê li beramberî  wan hatiye kirin, pêşkêşî gelê Şengalê bike.

Peykersaz Huner diyarkir ew vî peykerî wek diyariyek pêşkêşî hemû jinên Êzidî ên li Şengalê li dijî zilmê serîhildan dike.

Her çiqas heta niha ne diyare ka wê ev peyker li Şengalê were danîn an na, lê peykersaz Huner hêvî xwest ku ev karê wî yê hunerî ji bo jinên Êzidî bibe mîna sembolek.

Rêxistina Ême, li parêzgeha Helebceyê sponseriya karê çêkirina vî peykerî girtiye ser xwe. Peyker ji madeya fayber glas tê çêkirin. Bilindiya wê du metre û nîve, firehiya wê jî 70 santîme.

Peyker bi şêweyê ku li ser pelên zeytûnê hatiye çêkirin, zincîrek li dora wê re diçe, ji nava pelên zeytûnê jinek derdikeve wek sembola ji nûve jiyanê ye. Tê wateya ku jin sembola berxwedanê ye, pelên zeytûnê ji nûve şînbûn yan jî ji nûve jiyanbûne, zincîr jî astengî û zehmetiyê pênase dike.

Li gorî gotina Peykersaz Huner Sahêbe, pêşkêşkirina peykerê Jiyanewe li Helebce bo Şengalê wateyek xwe ya taybet heye, ji berku Helebce jî mîna Şengal û Efrînê di komkujiyan re derbasbûye û bi hezaran şehîd daye.

(kş)

 

#Rojnews

Next Post
Ev baran wê nesekine

Ev baran wê nesekine

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist