Hunermendên Kurd li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk hatin ba hev û konferanseke çandê li dar xistin. Gelek hunermend tevlî konferansê bûn.
Hunermendên TEV-ÇAND’ê Hozan Temelî, Hasan Saglam, Seyidxan, Cewat Merwanî, Emele û Hozan Comert jî tevlî konferansê bûn.
Di destpêkirina konferansê de hunermend Emele diyar kir ku li dijî asîmîlasyona li ser çand û zimanê Kurdan bi hezaran ciwanên Kurd bi berxwedanê canê xwe didin.
Di konferansê de ji bo zindîkirina çand û zimanê Kurdî nîqaş hate kirin.