Rastiyên ku nayên zanîn eşkere dike
Niştiman ji bo mekanê Photobasteil ku hilbijartine jî dibêje ev ne tiştekî tesadûfî bûye û wiha pê de diçe, “Ji xeynî dîwaran mekanên din jî hene li vir, her wiha galerî û muze jî heye. Di nav vê atmosferê de me xwest em berhemên xwe bi cî bikin da ku em karibin potansiyela wan ya hunerî çêtir derxin holê. Ji lewma me mekanê Photobastei hilbijart.” Photobastei yek ji mekanê herî navdar yê Swîsre ye. Li vir heya niha gelek pêşangehên wêneyan çêbûne û niqaşên hunerî hatine kirin. Ji xwe ev mekan jî bi vê armancê hatiye damezirandin û xizmeta vê yekê dike.
Ji bo berhemên sansurkirî warên azad