Ji bo xebatê 15 jê muzîkjen û 15 jê şanoger, bi giştî li gel 30 hunermandan hevdîtinên nîv-sazkirî û hevdîtinên berfireh hatine kirin. Herwiha li gel 2 şexsên ku li saziyên çandî yên Kurdan rêveberî kirine jî hevdîtin pêk hatine.
Weqf dibêje, derbarê binpêkirina mafên hunermendên Kurd de heta niha xebateke serbixwe ya bi vî rengî nehatiye kirin û balê dikişîne ser îcrayên Kurdan yên çand û hunerî: “Li Tirkiyeyê çand û huner tenê li ser zimanê Tirkî dihate pênasekirin. Lê belê îcrayên Kurdan li qada çand û hunerê her diçe zêde dibin, lewma pêwîstî pê çêbû ku pirsgirêkên wan ên li vê qadê bêne analîzkirin. Herçend li hinek raporên vê dawiyê li ser sansur û qedexeyên qada çand û huner hatine amadekirin, cih dabine binpêkirana mafên hunermendên Kurd jî, hêj jî li ser binpêkirina mafên hunermendên Kurd xebateke serbixwe nehatiye rêvebirin. Bi vî awayî, ev rapora berdest xebata ewil e di qada xwe de.”
Di xebatê de tê gotin ku li Tirkiyeyê çalakiyên hunerî yên bi Kurdî hemû qedexe bûn heta ku sala 1991’ê qedexeyên li ser zimanê Kurdî bi awayekî sînordar hatine rakirin. Di xebatê de li ser bandora saziyên çandê ya li ser zimanê Kurdî û her wiha nebûna statûyeke fermî jî tê rawestîn: “Ji ber nebûna statûyeke fermî ya zimanê Kurdî, hunermendên ku hunerê xwe bi Kurdî îcra dikin, bêpar mane ji statûyeke ku wan dike xwedî heqê xebatên xwe. Hunermendên ku piştî sala 1991’ê bi rabûna berteng ya qedexeyên li ser zimanê Kurdî li saziyên çandê yên Kurdan berhev bûne, daxilî vê xebatê bûne digel hunermendên piştî salên 2000’î bi berbelavbûna girseyî ya axaftina zimanê Kurdî ve derfet peyda kirine ku li Tirkiye’yê hunerê xwe bi Kurdî îcra bikin.”
Di lêkolînê de hin pirsên ku ji beşdaran hatine kirin, ev in: “Astengiyên qanûnî û fîîlî çi ne li hemberî îcraya hunerê bi Kurdî; ka helwêsta dewletê û ya saziyên taybet çi ye li hemberî hunerê bi Kurdî û ka piştevaniya wan heye yan nîne?”
Herwiha pirsên wisa jî hatine pirsîn û li ser raporê hatine zêdekirin: “Gelo di navbera vesazkirinên qanûnî û polîtîkayên hunerî yên dewletê hevgirî heye? Gelo ew hevgirî û hevnegirî çawa bandorê li binpêkirina mafên hunermendên Kurd dike? Gelo di navbera atmosfera siyasî û binpêkirina mafan da peywendî heye? Wekî din pêşniyazên beşdaran hatine wergirtin ka dê kîjan vesazkirinên qanûnî wan binpêkirinan berteref bikin.”