Li Hewlêrê Festivala Hinar hate lidarxistin. Di festivalê de ji bilî nîşandana hinarên bajarê Helebce, gelek cûrên din ên berhemên xwemalî û karên dest jî hatin pêşandan. Welatiyan eleqeyek zêde nîşanî festivalê dan.
Li Parka Şanedar a Hewlêrê Festivala Hinar a du rojî destpêkir. Di festivalê de hinar, tirê û gelek cûrên din ên fêkiyên xwemalî hene. Her wiha berhemên wek hingiv, guz, berhemên hişk kirî, doşav, mireba û gelek karên dest di festivalê de têne nişandan.
Cotyarê bi navê Azad Mihemed ku yek ji cotyarên naskirî yê Helebceye li ser tevlibûna xwe ya festivalê ji Rojnews’ê re axivî û got: “Festivalên bi vî rengî ji bo welat û niştiman giringin. Ji berku hem bazarek ji bo firotina berhemên cotyaran tê peydakirin hem jî dibin sedem ku welatî berhemên xwemalî nas bikin. Daku piştgiriyek be ji bo kerta çandiniyê.”
Azad Mihemed da zanîn wî zêdetirî 25 ton hinar ji bo firotinê aniye pêşangehê, her wiha gelek tovên cûda ji Almanya, Holanda û welatên din aniye ku di pêşangehê de nişanê welatiyan bide.
Jina bi navê Geşbîn Ebdulrezaq ku bi karê xwe yê dest tevli festivalê bûye got: “Du sal in tevlî festivalê dibim. Ev festival ji bo jinên ku bêkarin gelek başe. Ev festîval jinan hîn zêdetir teşwîq dike ku giringî bi karên xwe bidin.”
(kş)