Koma Ciwanan ya gundê Zelm ya li Hewreman, her serê salê serdana gundê xwe dikin û çalakiyên hunerî lidardixin. Ciwanan îsal jî bi tevlîbûna hemû xelkê gund, kesûkarên xwe ên derve, nûnerên hikumet û rêxistinan, festîvalek lidarxistin. Xelkê gund dibêjin ew dixwazin bizanin ku bê parastina jîngehê, ti wateya hebûna wan ya li gund û Hewramanê nînin.
Her sal di meha Adarê de Koma Ciwanên Zelm ya Hewreman, festîvalek rengîn li dawiya çiyayê Dalan ku dikeve dawiya sînorê navbera Iraq û Îranê de pêktînin.
Di vê rojê de hemû malbatên gundê Zelm û kesûkarên wan ên li cihên din belav bûne, kom dibin û ber bi çiyayê Zelm ve birêdikevin. Xelkê gund di vê rojê de berê xwe didin serê çiyayê gund.
Xelkê gund vê yekê weke kevneşopiyek kevin dişopînin û her sal di vê meha Adarê de berê xwe didin çiya. Festîvala îsal ya xelkê gund ji ya salên din germtir bû, sala borî ji ber nexweşiya vîrûsa Koronayê, xelkê gund nekarîn lihev kombibin. Îsal li rexa xelkê gund, komek rêxistinên çandî, jîngeyî û nûnerên hikumetê jî tevlî festîvalê bûn.
Rayan Osman ku Encûmenê Gundê Zelm e axivî û da zanîn ku armanca wan ya festîvalê, nifşê nû çanda xwe ya berê ji bîr nekine. Osman got ku di vê rojê de ew soza xwe ya ji xweza û jîngeha gundê xwe û Hewramanê re dûbare dikin. Rayan Osman di dewamê de got; “Em dixwazin bizanin ku bê parastina jîngehê, ti wateya hebûna me ya li gund û Hewramanê nînin.”

Rojnameger Nehro Şewqî jî ji bo festîvalê hatiye vexwendin. Nehro Şewqî da zanîn ku festîvalên bi vî awayî divê li hemû gundên Hewreman û Kurdistanê pêkbên. Wek sedem jî Nehro got ku festîvalên bi vî awayî, beşek mezin ji çanda resen zindî dike û diparêze.

Rêveberê Rewşenbîriyê yê Helebce Mihemed Fetah, weke nûnerê Wezîrê Rewşenbîrî yê Hikumeta Herêmê tevlî festîvalê bûye. Mihemed da zanîn ku di festîvalê de peyamên mezin hene, ev yek jî hem di aliyê nîşandana şano, helbestên Kurdî de tê dîtin.

Rêvebera Rêxistina Xelk Behar Munzêr jî ku tevlî festîvalê bû axivî û got; “Wek nûnera rêxistina xwe ez tevlî festîvalê bûme û dixwazim hinek xelat bi ser kesên dilsozê gundê xwene belav bikim. Ev festîval heskirin û berpirsyartiya hemberî jîngehê tîne ziman.”

(nr)