Şêwekarê bi navê Ehmed Cemal li bajaroka Kifrî ya Germiyanê, bi armanca zindî hiştina şunwarên dîrokî yên deverê ku ji ber xemsariya aliyên peywendîdar bi rûxînê re rûbirû ne, bi tabloyan wan şunwaran zindî dike. Her wiha mala xwe vegerandiye muzaxaneyek ji bo kelûpelên dîrokî.
Şêwekar Ehmed Cemal bi nasnav Mame Dile, li bajaroka Kifrî ya ser bi îdareya Germiyanê çend saleke bi karekî hunerî hewil dide şunwarên dîrokî yên li deverê zindî bihêle.
Mame Dile di mala xwe de du ode vegerandiye muzexaneya kelûporên Kurdewarî. Mame Dile tevî tabloyên ku ev çar sal in li ser kar dike, bi hezaran parçeyên kelûporî berhevkiriye. Gelek ji van kelûpelan welatiyan wek diyarî danê, gelek jî bi pereyê xwe kiriye.
Ji şêwazê hunera Mame Dile re tê gotin hunera Diorama (Dîmenek mezin di çarçoveyek biçuk de) ku hunereke moderne.
Şêwekar Mame Dile diyarkir armanca wî ya vî karî nasandina bajaroka Kifrî ye ku bi gotina wî ‘bajaroka Kifrî bajareke hatî jibîr kirine.’ Mame Dile da zanîn ew dixwaze bi vî karê xwe yê hunerî ji nifşê nû re bibêje ku bajaroka Kifrî bajarekî dîrokî ye, lê ji ber xemsariya hikûmetê şunwarên wê yên dîrokî bi rûxînê re rû birû ne.
Keresteyên ku Mame Dile pê kar dike, ji dar, texte, burxî û madeya sikotin pêktên.
Şêwekar Mame Dile dema dixwaze xaniyek rûxiyayî bi hunera xwe çêke, wêneyê wî cihî dikêşe û li gorî keresteyê ku di wê avahiyê de hatine bikaranîn, di hunera xwe de bikartîne.
Yek ji avahiyên ku Mame Dile bi hunera xwe wê zindî kiriye Avahiya Seraya Kifrî ye ku di sala 1919’an de ji aliyê Inglîzan ve hatiye çêkirin, di sala 1950’an de hatibû nûjen kirin û niha jî rûxiyaye.
Şêwekar Mame Dile diyarkir çar sal in ew bi vî karî re mijûl dibe. Her wiha got, ji ber nebûna cihek fireh û amêrên pêşkeftî pirsgirêk jêre derdikevin û nikare karek bike daku hîn zêdetir welatî bikarin karê wî bibînin.
Ji bilî hunera xwe Mame Dile gelek kelûporên Kurdewarî komkiriye û di muzexaneya xwe ya biçuk de bicih kiriye.
Mame Dile di derbarê hunera xwe de got, “Gelek kes daxwazê ji min dikin ku ez van tiştên min çêkirine bifiroşim wan. Lê min qet fikra firotina van berhemên hunerî nekiriye û di ti pêşangehek de jî nîşan nedaye. Ez dixwazim hikûmet di warê dayîna amêran de alîkariya min bike, daku bikarim karek hîn ciwantir çêkim.”
(kş)