Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Kolnê hewildana astengkirina fîlmê ‘Dema Dirîreşkan’

May 19, 2022
0 0
Li Kolnê hewildana astengkirina fîlmê ‘Dema Dirîreşkan’
Share on FacebookShare on Twitter

Fîlmê bi navê ‘Dema Dirîreşkan’ wê 21’ê Gulanê, roja Şemiyê saet 7’ê êvarê li salona Fîlmforûm NRW’ê bê nîşandan.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, Sefaretxaneya dewleta Tirk zext li rêveberiya Fîlmforûm NRW’ê kiriye û nîşandana fîlm pê daye betalkirin.

Xwediyê salonê bi nivîskî ji ekîba fîlm re ragihand ku ew ê ji ber sedemên teknîkî nekare fîlmê nîşan bide.

Piştî demeke kin, îcar rayedarên Fîlmforûmê yên telefonê ekîba fîlmê kirin, diyar kirin ku fîlm li Elmanyayê nesansorkirî ye û bi awayê hatiye plankirin wê bê nîşandan.

Ekîba fîlmê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanê zextên dewleta Tirk da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin ziman: “Normal e dewleta Tirk ji hunerê bitirse. Vê hefteyê jî konserên hunermendên Kurd betal kirin û gelek hunermend girtin. Deshilatdariya AKP-MHP’ê ku dixwaze hebûna xwe rewa û domdar bike, çi tiştekî ku jiyan pê biguhere, xweş bibe, bike ku mirov bikare bijî, dike sûc.

Ev rewşa heyî ya ku mirov dibêje qey demkî ye, lê bûye pêkanîneke rojane ya dewleta Tirk. Wek ku me di rojên dawî de jî dît, dewleta Tirk zêde zextan li mirovan dike. Dixwaze van pêkanînên xwe bi dewletên Ewropayê jî bide kirin. Dixwaze hunerê bike qurbana berjewendiyên qirêj ên siyasetê. Ji bo wê jî hewl dide feraseta ‘yên ji hunerê sûcan çêdikin û hunermendan dikin sûcdar’ li her derê belav bike. Em vê ferasetê şermezar dikin. Em bawer in ku wê hemû hunerhez bi rengekî xurt xwedî li fîlmê me derkevin. Armanca me helbet ew e ku bibin liyaqê temaşevanan. Tiştên civak hay jê nîne nîşan bidin û hema hinek be jî hestiyariyê çêbikin.”

Hefteyên bên, cihên ku wê fîlm lê were nîşandan ev in:

PARÎS

21/05/2022

20:00

Les 7 Parnassîens 98 Bd du Montpamasse,

75014 Parîs, France

KOLN

21/05/2022

19:00 – 21:30

Fîlmforûm NRW Bîschofsgartenstraße 1,

50667 Koln, Gemany

NURNBERG

26/05/2022

FîlmhaûsK4/Kûnst Kûltûr Qûartîer,

Konîgstr 93,

90402 Numberg, Germany

MARSÎLYA

04/06/2022

18:30

Navenda Çanda Kurd

33 BdBûrel,

13014Marseîlle, France

DRAGÛÎGNAN

12/06/2022

13:00-15:00

130 Boûlevard Joseph Bemard de Trans en Provence,

83300 Draguîgnan, France

HEÎDELBERG

18/06/2022

19:00

Karlstorkîno Am Karlstor 1

Heîdelberg, Germany

KÎEL

26/06/2022

 

19:00

 

PÛMPE Haßstraße 22,

 

24103 Kîel, Germany

 

Next Post
Bi navê gerîla derdikevin ser dikê

Bi navê gerîla derdikevin ser dikê

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist