Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li komeleya AVESTA’yê qursên kurdî dest pê kirin

January 6, 2023
0 0
Li komeleya AVESTA’yê qursên kurdî dest pê kirin
Share on FacebookShare on Twitter

ÎZMÎR – AVESTA ku ji bo zimanê kurdî dixebite û di 4 salan de qurs daye zêdetirî 3 hezar kesî, qursên nû vedike. Serokê komeleyê Alî Yalçinkaya got ku ji bo hînkirina kurdî hişyarbûneke nû heye. 
 
Asîmilasyona li dijî ziman û çanda kurdî didome. Lê gelek sazî û dezgeh li dijî vê asîmlasyonê tevdigerin. Ji van saziyan yek jê jî Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (AVESTA) ye ku di sala 2018’an de li Îzmîrê hatiye avakirin. AVESTA, bi qursên kurdî li dijî polîtîkayên asîmlasyonê têdikoşe. 
 
Di 4 salan de 3 hezar xwendekar ji qursên zimên ên komeleyê sûd wergirtine. Komeleyê di hefteya ewil a sala 2023’yan de jî qursên nû dan destpêkirin. Qursên bi zaravayê kurmancî û kirmanckî dê online û rû bi rû bin. Heya niha zêdetirî 140 kesî serî li qursan daye. 
 

Alî Yalçinkaya
 
‘ZIMAN HEBÛNA ME YE’
 
Serokê AVESTA’yê Alî Yalçinkaya têkildarî qursên komeleyê de axivî. Yalçinkaya ewilî bal kişand ser girîngiya xebatên bi vî rengî ku li dijî polîtîkayên asîmlasyonê ne. Yalçinkaya destnîşan kir ku armanca polîtîkayên asîmlasyonê qirkirina zimanan e û got: “Li Rojhilat Navîn hin ziman ji holê rabûne. Gelê ku zimanê wî winda bibe bi awayekî fîzîkî jî winda dibe. Lewma em bi xebatên di warê ziman de hewl didin hebûna xwe biparêzin. Ji lew re em bi tunekirinê re rû bi rû ne. Sînorê zimanê min, sînorê jiyana min e. Her ku ziman berfireh dibe, cîhana me jî ew qas berfireh dibe. Niha hewl didin kurdî tune bikin û jiyana me berteng bikin. Em jî li dijî vê têdikoşin.” 
 
XEBAT DÊ BÊN BERFIREHKIRIN
 
Yalçinkaya da zanîn ku ji bo hebûna kurdî qursan li dar dixin û divê ev xebat jî bên berfirehkirin. Yalçinkaya bilêv kir ku dê li ser podcast-youtubeyê jî xebatên xwe bi rê ve bibin û ev agahî parve kirin: “Niha em ji sumeran li ser mijarên mîtolojiyê disekinin. Podcastên bi qasî 20 deqeyan çêdikin. Em hewl didin kurdî li hemû qadên jiyanê belav bikin. Her wiha em ê torên medyaya civakî jî zêde bi kar bînin û dîmenan çêbikin. Xebatên me yên bi vî rengî hene. Lê ev xebat jî kêm in, ji bo pêşîgirtina tunekirina ziman. Ziman bi bikaranînê pêş ve diçe.” 
 
ELQEYEKE ZÊDE
 
Yalçinkaya da zanîn ku du salên dawî di warê hînkirina kurdî de hişyarbûneke nû çêbûye û got ku bi taybetî jî xwendekarên zanîngehê û jin xwedî li kurdî derdikevin. 
 
‘EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN’
 
Yalçinkaya di dawiya axaftina xwe de bang kir ku kurd xwedî li zimanê xwe derkevin û got: “Tenê ne bi qursan, divê em zimanê xwe li hemû qadên jiyanê biparêzin. Em qeydan li ser hesabên medyaya sanal jî çêdikin. Hevalên ku bixwazin tevlî qursan bibin, em li benda wan in.” 
 
Kesên bixwazin tev li qursan bibin, dikarin li ser vê lînkê qeyda xwe çêbikin.
 
 
 
MA / Delal Akyuz

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê

Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist