Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin

January 13, 2022
0 0
Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin
Share on FacebookShare on Twitter

MÊRSÎN / ENQERE – Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê “Serê Salê” hat pîrozkirin. Li Enqereyê jî Înîsyatîfa Xwendekarên Azad a Enqereyê di şahiya Serê Salê de got: “Li dijî polîtîkayan bişavtinê em çanda xwe diparêzin û dijîn.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Ciwanan a HDP’a Mêrsînê, li navçeya Akdenîz a Mêrsînê ji bo Serê Salê çalkiyek li dar xistin. Endamên TJA û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê di şahiya Sersalê de kincên xwecihî li xwe kirin û li taxê mal bi mal geriyan. Ciwanên HDP’î û jinên TJA’yî bi erbaneyê geriyan û sersala malbatên ku ew pêşwazî kirin pîroz kirin. 
 
Malbatan jî kesên sersala wan pîroz kirin bi tilîliyan pêşwazî kirin û diyarî dan wan. 
 
LI ENQEREYÊ SERÊ SALÊ
 
Li Enqereyê jî Înîsyatîfa Xwendekarên Azad a Enqereyê ji bo Sersalê çalakiyek li dar xist. Li hêwana ku çalakî lê hat lidarxistin pankartên li ser “Li dijî polîtîkayan bişavtinê em çanda xwe diparêzin û dijîn” û “Serê salê pîroz be” nivîsandî daliqandin. Ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî şahiya serê salê da. 
 
Di şahiyê de govend hat gerandin û lîstika Kal û Pîrê hat lîstin. 
 
Şahî bi stranan bi dawî bû. 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Weneyê herî bihûrgilî û mezin ê dinyayê

Weneyê herî bihûrgilî û mezin ê dinyayê

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist