Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin

February 17, 2022
0 0
Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
Share on FacebookShare on Twitter

MÊRSÎN – Li Tirkiyeyê cara ewile li Mêrsînê “Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan” tê vekirin. Nivîskar Adîl Okay ê herkes vexwend pêşangehê wiha got: “Divê em piştgiriyê bidin kesên bi hilberînê zextên di girtîgehan de vala derdixînin.”

Kollektîvîteya Gorulmuşturê, cara ewil e ku li Tirkiyeyê “Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan” vedike. Li pêşangeha ku di çarçoveya çalakiyên Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê yên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê ji aliyê Kollektîvîteya Gorulmuşturê ve were vekirin de; pirtûkên kurdî û tirkî yên bi sedan girtiyên siyasî dê werin pêşandan. Pêşangeha ku wê pirtûkên girtiyên siyasî yên di nava 12 salan de tê de cih bigirin, wê 19’ê Sibatê saet di 19:00’an de li Eywana Konferansê ya Kongreya Qesra Mersînê bi pirtûkhêzan re were gelhev. Di pêşangehê de ji bilî berhemên weke helbest, roman, çîrok, kovar, wêne û karîkaturan, wê ferhengeke kurdî-îngilîzî jî were nîşandan. 
 
TEVÎ TECRÎDÊ JÎ DIHILBERÎNIN
 
Nivîskar û helbestkar Adil Okay ku xwediyê fikra Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan û yek ji damezrînerê Kollektîvîteya Gorulmuşturê ye, diyar kir ku di pêşengehê de pirtûkên ku ji arşîva Kollektivîteya Gorulmuştur 12 sal in hatine komkirin dê bên pêşandan û wiha got: “Me xwest ku pirtûkên girtiyên tevî zextên desthilata zordar hildiberînin yên di nava 20 salan de nîşan bidin. Bi vekirina pêşangehê re me xwest berxwedana girtiyên ku li gel vê tecrîdê bi nivîsandin, gotin, xêzkirinan ramanan hildiberînin, nîşan bidin.
 
‘BI SEDAN NIVÎSKARÊN KU ME NIKARÎ XWE BIGIHÎNINÊ HENE’
 
Okay, da zanîn ku beriya niha jî hevpeyvînên ji bilî Dr. Ayhan Kavak ê girtî bi 38 girtiyan re kirin, veguherandine pirtûka bi navê “Nivîsên Fîrarî” û wiha berdewam kir: “Me xwe gihand nêzî 50 nivîskar û helbestvanên girtî û bi wan re hevpeyvîn kir. Lê me di vê xebatê de tenê ji 38 kesan bersiv girt. Me bersivên 38 nivîskar û helbestvanên ji kevneşopiyên cuda yên siyasî, çep, sosyalîst, kurd û welatparêzên li girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê dimînin, weşandin. Ev pirtûkeke pir bi bandor bû. Em dizanin ku di pêşgotina vê pirtûkê de bi sedan nivîskar û helbestvanên din hene ku me nikarî xwe bigihîninê hene.”
 
‘JI BO PÊŞANGEHÊ BANG KIR’
 
Okay, anî ziman ku 19’ê Sibatê roja Şemiyê li bendê ne ku herkes beşdarî pêşangehê bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê pêşangeha xwe li Mêrsînê veke. Em rayagiştî vedixwînin pêşangeha xwe. Em ê pêşangeha xwe pişt re mezin bikin. Em dixwazin xwendevanên pirtûkên ku di destê me de nebin ji me re bişînin. Dê bi wan pirtûkan pêşangeha me mezin bibe. Bi vî awayî wê bibe arşîveke mezin. Divê em piştgiriyê bidin kesên bi hilberînê zextên di girtîgehan de vala derdixînin. Ji ber vê yekê ez banga xwe ya ku herkes tevlî bibe dûbare dikim.”
 
 
MA / Selman Guzelyuz
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû

Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist