Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 13’yemîn Mihricana Çand û Werzîşî ya ku ji aliyê qada perwerdê ve hatibû destpê kirin di roja xwe ya sêyemîn de bi çandina daran didome.
Di çarçoveya 13’yemîn 13’yemîn Mihricana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku di 2’yê Nîsanê de ji aliyê qada perwerdê ve bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, îro di saet 06: 30’an de li Dibistana Seretayî ya Şehîd Mihemed Karasungur dar hatin çandin.
Bernameya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê ya îro wihaye:
– Wê Şahî bi awayek fermî di saet 08:00’an de destpê bike.
– Qoro (Marşa Netewî-Rêzgirtin)
– Birîna pasta.
– Koma dengbêjî ya dibistanên Amadeyî û Navîn.
– Pêşbirka dengbêjî di nava dibistanên Seretayî yên weke dibistana Şehîd Mihemed Karasungur, dibistana Dr. Nûrî Dêrsimî, dibistana Şehîd Mihemed Kurt û dibistana Şehîd Salih Kendal de ye.
Piştî navbera nîvro jî pêşbaziyên werzîşî yên dibistanên seretayî wek Torbe keç û xort, hêk keç û xor, meşa mêrû xort û mast keç û xort.
– Koma Wexfê.
– Skêça çand û huner.
– Pêşbirka zanistî ya dibistanên seretayî.
– Pêşbirka govendê ya didistanên seretayî.
-Herî dawî jî bi xwendina encamên pêşbaziyên çand û werzîşî ye.
(rn)