13. Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê a qada perwerdê ya Mexmûrê, bi vekirina pêşangehê destpêkir. Bi sedan xwendevan, mamosta û şêniyên wargehê amadebûn û 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê, bi pêşengtiya Komîteya Çand û Werzîşê ya qada Perwerdê a Mexmûrê, 13. Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê destpêkir.
Mihrîcan bi vekirina pêşangehê destpêkir û wê heya 4’ê Nîsanê dewam bike. Di pêşangehê de wêne û tabloyên ku endamên Atolya Şehîd Delîla û xwendevanan çêkirîn hate nîşandan. Beriya vekirina pêşangehê deqeyek rêz ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin.
Piştê rêz girtinê li ser navê Komîteya Çand û Werzîşê a Perwerdê, Mamoste Zeyneb Kara axivî.
Kara di axaftina xwe de balkêşa ser 13. Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê û wiha axivî; “ Nêzî meheke em û xwendevan ji bo mihrîcanê di nava amadekariyan de bûn. Kar û xebatên me û xwendevanan wê di 13. Mihrîcana Çand û Werzîşê de werin nîşandan. Li ser vî bingehî em Rojbûna Rêber Apo li tevahî gelê Kurd, şervanên azadiyê û girtiyên azadiyê pîroz dikin. Em dixwazin êdî Rêber Apo bi awayek fizîkî di nava me de be û vê rojê di qadên azad de bi Rêber Apo re pîroz bikin.”
Piştî axaftinê pêşangeh ji aliyê mamosta, xwendevan û şêniyên wargehê ve hate vekirin. Derbarê pêşangehê de endama Atolya Şehîd Delîla, Ronahî Tok axivî û da zanîn ku ew her sal, bi hatina 4’ê Nîsanê re, pêşangehek vedikin. Tok got; “Li Mexmûrê 4’ê Nîsanê bi çalakiyên cûr be cûr tê pîroz kirin, pêşangeh ji aliyê xelkê wargehê ve bi awayek baş tê pêşwazî kirin. Demek dirêj bû xwendevanên me di nava amadekariyan de bûn, tevî hemû kêmderfetiyan pêşangeh amade bû. 4’ê Nîsanê ji bo me hemûyan, derketina ronahiyê ye, ez 4’ê Nîsanê li Rêber Apo û tevahî gelê Kurdistanê pîroz dikim.
Endamê Atolya Şehîd Delîla Bêwar Îzer jî li ser heman mijarê axivî û got; “Li gorî girîngiya rojê kar û xebata ketî ser milê me, me pêkanî. Hevalên me û xwendevanên wargehê bi hunera xwe tevlî pêşangehê bûn. Şêniyên wargehê jî bi awayek baş pêşwazî dikin û emê ji bo pêngava Dem Dema Azadiyê ye, bigihe armanca xwe, tişta bikeve ser milê xwe bikin. Em 4’ê Nîsanê li Rêber Apo, gelê Kurd û şervanên di çeperan dene pîroz dikin.”
Mihrîcana ku îro destpêkirî, wê sibe û dû sibe jî dewam bike. Tê payîn sibe pêşbirkên werzîşê di nava xwendevanên dibistanan de pêkbê. Roja 4’ê Nîsanê jî wê li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê, mihrîcan bi pîrozkirina Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dawî bibe.
(xr-en/nr)