Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Mexmûrê Pêşangeha Çand û Hunerê

March 3, 2021
0 0
Li Mexmûrê Pêşangeha Çand û Hunerê
Share on FacebookShare on Twitter

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya çalakiyên ji bo 8’ê Adarê de bi ji aliyê Meclîsa Îştar ve pêşangehek çandî û hunerî hate vekirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî di çarçoveya çalakiyên ji bo 8’ê Adarê de ji aliyê Meclîsa Îştarê ve pêşangehek ya çand û hunerê li Salona Konferansê hate lidarxistin. Di pêşangehê de bi sedan jin bi cilûbergên xwe yên Kurdî amade bûn. Gelek mêvanên ji Şengal û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê jî serdana pêşangehê kirin.

Di pêşangehê de xwarinên gelerî, kelûpelên ku bi dest tên çêkirin û tablo hatin nîşandan. Her wiha Koma Şehîd Delîla jî bi sitranên xwe reng da pêşangehê.

Beriya pêşangeh destpêbike deqeyek rêz ji bo Şehîden Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştre Endama Koordinasyona Meclisa Îştar Nuran Sezgîn axiftina vekirinê kir. Sezgîn di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li mîmarê azadiyê Rêber Apo û şervanên azadiyê pîroz kir û wiha domand: “Di rojek wiha de hatina gel hev û mêvanên xwe pêşwazîkirin cihê şahnaziyê ye. Armanca me ya vê xebatê kevneşopiyên Kurdewarî parastine. Dijmin hertim ji xwebûne ditirsiya û ji ber vê yekê êrîşên xwe domandiye. Ji bo vê yekê emê wekî jin xwe rêxistin bikin, di xwebûn û azadiyê de bi israr bin.”

Piştî axaftina Sezgîn mêvanên ku ji Şengal û Qadên Basûr hatîn, peyamên xwe yên 8’ê Adarê dan diyarkirin. Piştî peyam hatin dayîn, xwarinên ku hatibûn amadekirin, berhemên bi dest hatîn çêkirin da nasîn. Her wiha piştî danasînê pêşengeh bi sitranên Koma Şehîd Delîla bi dawî bû.

 

1 y 11
–
+

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

(xr-ah)

#Rojnews

Next Post
‘Li dijî asîmîlasyon û qirkirinê em ê xwedî li çanda Kurd derkevin’

'Li dijî asîmîlasyon û qirkirinê em ê xwedî li çanda Kurd derkevin'

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist