Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Koma Hêviyekda a Saziya Çand û Huner ya Mexmûrê ve, şanoya bi navê ‘Ez ne dînim’ hate pêşkêşkirin.
Şanoya ku bi navê ‘Ez ne dînim’ ji aliyê Koma Hêviyekda ya Saziya Çand û Huner a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ve li salona konferansê hate pêşkêşkirin. Bi dehan şêniyên wargehê û li ser navê YNK’ê Nûnerê 20 a Qereçox a Navçeya Mexmûrê Xazî Feysel jî wek temaşevan li wir amade bûn.
Şano bi deqeyek rêzgirtina li ser ruhê tevahî şehîdên Kurdistanê hate destpêkirin. Piştî rêzgirtinê Endamê Saziya Çand û Hunerê, Evdilrehman Kara xêrhatiya mêvanên amade kir û got ku em hêvîdarin ev şanoya me bi dilê we be. Piştî axaftinê Şanoya ‘Ez ne dînim’ hate pêşkêşkirin.
Hêjanê gotinê ye ku ev şano ji helbesta Yusuf Hayaloglu ya bi navê ‘Ez ne dînim’ hatiye senaryokirin.
(ah-xr)