Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin

October 20, 2021
0 0
Li nav rezên Licê sîtil li ser kuçikan hatin bikeyskirin
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Li Licê çendî rezan bandor ji hişkesaliyê û germahiya zêde girtibin û berdarî kêm be jî, lê cardin şîre di sîtilan de tê kelandin û pê bastêq, dims û benî tên çêkirin. 

Li Licêya Amedê wexte ser mehseran didome. Rezên herêmê gelek jê ji ber hişkesaliyê û germa zêde şewitîne û yên mayî jî berdariya wan kêm e û hebên tirî biçûk û hişk in. Welatiyan anî ziman ku cara ewil e leqayî tiştekî wiha hatine. 
 
REZ JI BER GERMAHIYÊ ŞEWITÎN!
 
Li gundê Husenikê jî heman tişt heye. Îsal berdariya rezên li gund li dor ji sedî 80-90 kêm bûye. 
 
Li mezrika gund Çelebiyê welatî çûn ser mehseran. Welatî tiriyên ku berhevkirine bi ked û tahbeke mezin dikin şîre û paşê jî di sîtilan de dikelînin. Bi dû re vê şîreyê dikin dims, bastêq û benî.
 
50 SAL IN VÎ KARÎ DIKE
 
Di karê mahseran de ên herî zêde ditahbin jin in. Yek ji van jî Sara Haran a 73 salî ye. Haran ku êdî bûye pispora mehseran, zêdetirî 50 sal in vî karî dike. Haran anî ziman ku di biharê de tên mezrikê û bi kar û barê rez re mijûl dibin. Haran got: “Em di meha Cotmehê de dest bi mehsereyê dikin. Îsal ji ber hişkesaliyê tirî kêm bû. Em û zarokan tev de tiriyê heyî berhev dikin û paşê em wan dixin kîsan û di hewdik de pêl wan dikin û şîreya wan derdixin. Em şîreya dawerivandî dixin sîtilan û dikelînin. Em bi vê şîreyê bastêq, dims û beniyan çêdikin. Li gor benî û bastêqê, çêkirina dimsê zêde wext dixwe. Çêkirina hewdela bastêq û beniyan zehmet e. Em van tiştên çêdikin zivistanê dixwin.” 
 
JIN Û MEHSERE
 
Haran ku agirê kuçikan kontrol dike, kefa bi ser sîtilan dikeve paqij dike û teniya li dor sîtilan paqij dike, destnîşan kir ku karê mehseran karekî zehmet e. Haran, diyar kir ku ji roja ku wexte mehseran dest pê dike heya roja dawî jî yên herî zêde mexdûr dibin jin in û got: “Rez bi keda jinê tên çinîn.” 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin

Filma ‘Cîran’ li Swîsreyê hêjayî xelatê hat dîtin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist