Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li nava gundan digere,  awaz û stranên Kurdî keşif dike

December 17, 2020
0 0
Li nava gundan digere,  awaz û stranên Kurdî keşif dike
Share on FacebookShare on Twitter

Muzîsyenê Kurd ê ciwan Mûrat Demîr ku bi danheviya çandî ya zarokatiya xwe ve gihîşt 26 saliya xwe, bi rêbazeke cuda awazên muzîka Kurdî yên nehatine bihîstin digihîne muzîkhezan. Me ew bi strana ‘Hoy Nerme’ nas kir ku bi rengekî profesyonel hatiye kişandin, Erdem Altinses aranjoriya wê dike û li Youtube hatiye weşandin. Demîr ku amadekariyê ji bo albûmeke nû dike, li nava gundan digere, awazên Kurdî yên li ber jibîrbûnê ne dide hev.

Em bi Demîr re li ser karên wî yên têkildarî muzîka Kurdî û asîmîlasyona çandî axivîn. Demîr li Colemêrgê ji dayik bû û li wir mezin bû. Demîr xwe yekî bi şens dibîne, bavê wî û bûyerê ku li derdora wî diqewimin dike ku bêhtir bala wî biçe ser muzîkê. Dibêje, “Bavê min jî stran digot” û qala jiyana xwe kir. Demîr got, “Hûn kî dibin bila bibin, jin, mêr, Misilman an jî ji oleke cuda, ji aliyê aborî ve jiyana we dewam kir bila dewam bike, lê belê divê mirov xwedî li rehên xwe yên çandî, xwedî li hunera xwe derkevin.”

‘MIN SÛD JI ÊŞ, KÊFXWEŞÎ Û SERKETINÊN XWE WERGIRT’

Ji bo pirsa, ‘Armanca we çi ye?’ Demîr vê bersivê dide: “Di dîroka gelan de gelek êş hatin kişandin. Bêguman kêfxweşî jî hene, şer jî. Di dîroka me de jî şer, êş û kêfxweşî hene. Van bandor li min jî kir. Şêweyê min ê muzîkê jî vê yekê nîşan dide. Êşên me, serketin an jî têkçûnên me, çîrokên me, stranên me yên evîndariyê hemûyan bandor li min kirin. Ez jî dixwazim xizmetê ji van re bikim. Dema ku min xizmet ji wan re kir hingî ez ê serketî bim.”

‘EZ XIZMETKAREKÎ MUZÎKA KURDÎ ME’

Demîr ku xwe weke ‘xizmetkarekî’ muzîka Kurdî pênase dike, bi dewamî got, “Dema ku min tevkarî li çanda Kurd, li muzîka Kurd kir, hingî ez ê bigihêjim armanca xwe. Lewma weke ku min beriya niha got, ez xwe weke xizmetkarekî dibînim. Ev yek li dijî asîmîlasyonê, sekneke ji bo muzîk û çanda Kurd.”

‘ÇAND DÎNAMÎKEKE GIRÎNG E, EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN’

Demîr bal kişand ser stranên Kurdî yên li ber jibîrbûnê ne û got, “Ez bi giranî li wan muzîsyenên Kurd guhdarî dikim ku ji aliyê gelek kesan ve nayên naskirin. Hûn jî zanin gelek awaz û stranên kurdî li ber windabûnê ne. Li herêmên Colemêrgê, li Şirnexê stranên ku me ji mirovên 65-70 salî bihîstin me li cihekî din nebihîstin. Eger ew jiyana xwe ji dest bidin wê ev awaz û stran jî tune bibin. Divê em guh bidin wan. Xwedîderketina li van stranan rabûna li ser asîmîlasyona çandî ye. Ya girîng mirov xwedî li çanda xwe derkevin. Zimanê me nasname ya me ye. Divê ji vê gotinê jî mirov bibînin ku çiqasî girîng e. Eger mirov qala gelekî bike mirov ê qala çand, hunera wan bike. Çand dînamîkeke gelekî mezin e.”

Demîr diyar kir ku ew niha amadekariyê ji bo albûmeke nû dike, li nava bajar û gundan digere, awaz û stranên nû keşif dike û bi xwe jî stranên nû dinivîsîne.
 

Next Post
Ristek ji şînahiya ‘Welatê Min’

Ristek ji şînahiya 'Welatê Min'

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist