Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Qamişloyê Mîhrîcana Wêje û Hunerê ya jinan hate lidarxistin

March 1, 2023
0 0
Li Qamişloyê Mîhrîcana Wêje û Hunerê ya jinan hate lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê bi sponsorbûna Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û bi beşdariya xurt a jinan mîhrîcan hate lidarxistin. Mîhrîcan wê du rojan dewam bike.

Di mîhrîcanê de 100 jin bi berhemên xwe yên wêjeyî û hunerî beşdar bûn. Mîhrîcan dabeşî 3 beşdan dibe; beşa destekdarî û mîrasê, beşa hunera şêwekariyê û tabloyan, beşa wêje, şano û sînemayê û di vê beşê de helbest û çîrok tên xwendin, şano û fîlm tên pêşandan.

Di roja yekemîn de Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi pêşandana hunerê ji hêla Koma Serdem a Hunerî ve dest pê kir. Dûre Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Ahîn Siwêd behsa girîngiya mîhrîcanê ji bo jinan kir û wiha got: “Di mîhrîcana 8′emîn de asta afrînerî, dayîn û serkeftina jinan di tevahî aliyan de nîşan dide. Tê de berhemên wêjeyî û hunerî tên pêşkêşkirin.”

Ahîn da zanîn ku têkoşîna jinan bi gelek astengiran re rû bi rû ye û wiha domand: “Bi hevgirtin û yekîtiyê re em ê hemû astengiyan têk bibin, bigihîn azadiya xwe û mafên xwe bi dest bixin.”

Endama komîteya rêxistinî ya mîhrîcanê, Botan Hoşî diyar kir ku wç di mîhrîcanê de tevahî huner û wêjeyên nûnertiya jin û rastiya wan dikin hebin û wiha got: “Wê mîhrîcan bi rengên biharê bên rengînkirin û bi daxmaya jinê be. Lê ji ber mexdûrên erdhejê me biryar da ku di mîhîrcanê de stran û dîlan tune bin.”

Di roja yekemîn a mîhrîcanê de pêşwaziyeke mezin ji hêla jinan ve hebû û şanoyek bi sernavê “jin, jiyan” ya koma şanoyê ya jinên Darsîn hate pêşandan. Her wiha helbest û kurteçîrokên bi zimanên Erebî û Kurdî ji hêla gelek helbestvanan ve hatin xwendin û fîlma bi nave Berbû hate pêşandan.

Di dawiyê de wê navendên hunerî yên serkeftî werin ragihandin û xelat li wan werin belavkirin.

Next Post
Helbesta Ocalan kirin kurtefilm

Helbesta Ocalan kirin kurtefilm

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist