Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Qamişloyê şanoyeke bi navê ‘Yekitî’ hat pêşandan

December 9, 2020
0 0
Li Qamişloyê şanoyeke bi navê ‘Yekitî’ hat pêşandan
Share on FacebookShare on Twitter

Koma Şehîd Osman a Şanoyê ku bi navê ‘Bavê Teyar’ tê nasîn, şanoyeke bi sernavê ‘Yekitî’ di 27’ê mijdarê de li ser torên civakî parve kir.

Şano bi heft lîstikvanan hatiye amadekirin û bi pênûsa nivîskar Behcet Lewend hatiye nivîsandin. Amadekirina şanoyê du mehan domiyaye, dirêjahiya dema şanoyê jî 27 deqe û 10 çirk e.

Di şanoyê de lîstikvan bi rola leşkerên hikûmeta Şamê, dewleta tirk, Amerîka û Rûsyayê lîstine. Naveroka şanoyê li ser çawanî û pêwîstiya avakirina yekitiyê di nav gel û patiyên siyasî de ye. Her wiha şano bi awayekî komedî hatiye çêkirin.

Lîstikvanê ku cihê sereke di şanoya “Yekitî” de girtiye Cuma Xelo (Bavê Teyar) der barê vê şanoyê de axifî.

Xelo diyar kir ku di encama gera di nav gel de wan rewşa wan nas kir û li gorî êş û azarên wan kar dikin û wiha domand: “Di dema dawiyê de rewşa xwestina yekitiyê di nav gel de derket pêş û digotin, divê em bibin yek û yekitî bê avakirin.”

Xelo destnîşan kir ku ew  li hev civiyane û biryar dane kar û xebatekê bikin da ku ji gel re bidin xuyakirin ku çi tê xwestin ji bo bibin yek, ji ber li ser pişta kurdan bazar tên kirin û divê ji vê bazara dinyayê xilas bibin. Xelo wiha domand: “Divê em yek bin da ku dijminê me li hemberî me lawaz bibe, me xwest em li ser vê bingehê karekî bikin.”

Her wiha Xelo behsa çimabûna yekitiyê û cihgirtina wê di hundirê şanoyê de kir û got: “Bi tenê yekitî layiqî xwîna van şehîdan e, heke yekitî çênebe wê destkeftiyên niha di destê me de li rojavayê Kurdistanê ji destê me derkevin. Ji bo ku em xwedî li xwîn û zarokên şehîdan derkevin pêwîstî bi yekitiyê heye, bi rêya vê şanoyê me xwest em vê bangê bigihînin partî û gelê xwe.”

Li ser rola kesên cihê xwe di nav çand û hunerê de digirin wiha got: “Hunermend neynik e, her kes li wî, kar û xebatên wî temaşe dike. Divê hunermend jî kêmaniyê nexe karê xwe û li ser esasê ku çi ji gel re pêwîst dibe kar bike, roj roja ked û xebatê ye.” QAMIŞLO

#Xwebûn

Next Post
Kovareke din li kurdî zêde dibe

Kovareke din li kurdî zêde dibe

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist