Bi boneya salvegera bombebarankirin û koçberbûna xelkê bajaroka Qeladizê festivalek çandî û hunerî hat li darxistin. Yek ji rêveberên festîvalê jî diyarkir armanca wan ewe ku bi van çalakiyan çanda Kurdî bi nifşê nû bidin nasandin.
Di saetên êvarê de li pêş Parka Şar a Qeladizê ya ser bi îdareya Raperînê, bi boneya bombebarankirin û koçberkirina bi darê zorê ya xelkê Qeladizê, festîvalek çandî û hunerî hat li darxistin.
Di festivalê de gelek çalakiyên çandî û hunerî hatin li darxistin.
Endamê Desteya Rêveber a Festîvalê Elî Dînke têkildarî festivalê ji Rojnews’ê re axivî û diyarkir yekem care bi vê boneyê festivalek bi vî awayî tê li darxistin. Elî da zanîn wê salên bê jî ev festîval werin li darxistin.
Her wiha daxwaz ji hikûmet û aliyên peywendîdar jî kir hîn zêdetir xizmetê ji bajarok re bikin. Elî Dînke da zanîn armanca wan a festivalê ewe ku çanda Kurdî ji bo wenda nebe, nîşanê nifşê nû bidin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di 26’ê Hezîrana 1989’an de rejima Baas welatiyên bajaroka Qeladizê bi zorê da koçberkirin, bajarok rûxand û wek deverek qedexekirî îlan kir.
(kş)