Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Ranyayê pêşbirka wêjeyî

December 9, 2020
0 0
Li Ranyayê pêşbirka wêjeyî
Share on FacebookShare on Twitter

Pêşbirka Wêjeyî ya Yekemîn a Jinên Ciwan ên Têkoşer a herêma Raperînê bi dawî bû. Pêşbirk bi tevlêbûna 23 jinên ciwan pêk hat.

Pêşbirk di 1’ê mijdarê de dest pê kibû. 23 ciwanên Binarê Qendîl, Qeladiz û Ranyayê tev li pêşbirkê bûn. Li bajarokê Ranya bi merasîmekê xelatên jinên bûn yekemîn hatin dayîn. Malbatên şehîdan û gelek welatî tev li merasîmê bûn.

Merasîma pêşbirka wêjeyî ku ji bo bîranîn şehîdên jin ên herêma Raperînê hatibû lidarxistin, bi qedeyeke rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Di merasîmê de li ser Rêxistina Ciwanên Têkoşer Dîlan Luqman axivî û wiha got: “Ev pêşbirka me beşek ji hişyarkirina civak û jinan e. Me ev pêşbirk ji bo bîranîna şehîdên  jin ên herêma Raperînê li dar xist. Ji ber ku şehîdan ji çarenivîsa heyî re gotin na û rastiya jiyanê nîşanî me dan. Li vir her nivîs, helbest û gotar ji bo derxistina qabiliyeta jinên ciwan ên herêma Raperînê ye. Aramanca ew e ku çalakiyên me yên wiha yên di warê nivîs, wêje û zimanê kurdî de hîn zêdetir bi pêş bixin. Jinên ciwan hest û fikrên xwe bi awayê wêjî diyar bikin.”

Piştre jî li ser navê komîteya amadekar Mamosta Sazan axivî û diyar kir ku xebatên bi vî rengî yên wêjeyî yên ji bo jinên ciwan gelek girîng in. Di pêşbirkê de jinên tev li pêşbirkê bûn berhemên xwe xwendin. Piştre jî xelatên jinên bûne yekemîn û duyemîn ji aliyê dayikên şehîdan ve hatin dayîn.

Di beşa çîrokan de Niwar Kawa Ehmed bû yekemîn, Sarya Hisinê bû duyemîn; di beşa meqaleyê de Ajîn Abdullah bû yekemîn û Jilwan Ziyan bû duyemîn; di beşa helbestan de Elin Mihemed bû duyemîn û Zara Ehmed Caf bû yekemîn. RANYA

#Xwebûn

Next Post
Li Qamişloyê şanoyeke bi navê ‘Yekitî’ hat pêşandan

Li Qamişloyê şanoyeke bi navê ‘Yekitî’ hat pêşandan

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist