Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Ranyayê Yekemîn Festivala Beyt û Heyran hate lidarxistin

December 24, 2020
0 0
Li Ranyayê Yekemîn Festivala Beyt û Heyran hate lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Li navçeya Ranya ya navenda îdareya Raperînê 1’emîn Festivala Beyt û Heyran bi tevlibûna dengbêjên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hate lidarxistin.

Îro li navçeya Ranya ya navenda îdareya Raperînê 1’emîn Festivala Beyt û Heyran ji aliyê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Ranyayê ve hate lidarxistin.

Têkildarî lidarxistina festivalê Rêveberê Rêvebertiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Ranyayê Osman Resûl ji Rojnews’ê re axivî û got: “Me pêwîstî pê dît ku di rewşa niha ya ku Herêma Kurdistan û Iraq têde derbas dibe em festivalek bi vî rengî lidarxin. Gelek sitranbêj û heyranbêjên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê tevli festivalê bûn. Ev yekemîn festivala beyt û heyranan e li Ranyayê tê lidarxistin. Em ê hewil bidin di dema pêş de jî festivalek ku ji her çar parçên Kurdistanê hunermend bejdar bibin li Ranyayê lidarxin.”

Hunermend Selah Xezerî yê ji bajarê Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê tevli festivalê bûye jî got; “Gelê Kurd xwedî ziman û çandek dewlemende. Her deverek xwedî taybetmendiyek xwe ya cûda heye. Lê li Başûrê Kurdistanê hunera Kurdî ber bi lewaziyê ve diçe. Bi taybetî beyt û heyran gotin li Başûrê Kurdistanê hatiye paşguhxistin.”

(kş)

#Rojnews

Next Post
Klîba bi kurdî ya salê hat bijartin

Klîba bi kurdî ya salê hat bijartin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist