Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Li Semsûrê panela ziman: Ziman ruh e

February 27, 2022
0 0
Li Semsûrê panela ziman: Ziman ruh e
Share on FacebookShare on Twitter

SEMSÛR – Ferat Derê li Semsûrê panela li ser zimanê zikmakî li dar xist û nivîskar Dilawer Zeraq di panelê de got: “Ziman ruh e, ruh nayê guhertin. Divê her kes ruh qezenc bike.” 

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Feratê (Ferat Der) ku li Semsûrê xebatên xwe bi rê ve dibe, di çarçoveya rêzeçalakiyên 21’ê Sibat Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhan3e de panela “Ziman, Çand û Nasname” li dar xist. Panel li avahiya KESK’ê pêk hat. Nivîskar Dilawer Zeraq, Sîdar Jîr û Mehmet Oncu wek axivêr beşdarî panelê bûn. Gelek kes jî tevli panelê bûn û nunerên rêxistinên sivîl û siyasî jî beşdar bûn. 
 
Hevserokê Ferad Derê Kazim Turhan destpêkê axivî û destnîşan kir ku heke zimanê kurdî winda bibe wê kurd tune bibin û bal kişand ser girîngiya ziman û çanda kurdî. 
 
‘ZIMAN RUH E’ 
 
Nivîskar Dilawer Zeraq wek axivêr destpêkê axivî û bal kişand polîtîkayên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Rêjeya asîmîlasyonê li bajarên bakurê Kurdistanê derketiye ji sedî derdora 80’yî. Divê em ji serdestên xwe zimanê xwe daxwaz nekin. Divê em biçin pêşberî eynê û ewilî li xwe binêrin, gelo ka em xwe dibînin? Rû û deng ên me ne, lê ruh ne aydê me ye. Ziman ruh e, ruh nayê guhertin. Divê he rkes xwedî li ruhê xwe derkeve û qezenc bike.” 
 
‘ZIMAN GENETÎK E’
 
Nivîskar Sîdar Jîr jî anî ziman ku zimanê zikmakî di genetîka mirovan de heye û got: “Gelek tişt mirovan ji hev vediqetînin. Hin ev guhertin genetîk in. Tişta ku mirovan ji hev vediqetîne ziman, çand û rengê wan e. Ziman û çanda mirovan bi genetîka wan ve girêdayî ye. Zimanên gelek netewan ji aliyê kolonyalên wan ve tê asîmîlekirin û dibe ku ew netew êdî bi zimanê kolonyalê xwe diaxive.” 
 
‘DIVÊ EM NEHÊLIN ZIMANÊ ME TUNE BIBE’ 
 
Nivîskar Mehmet Oncu diyar kir ku her roja ku diçe axaftina bi kurdî kêm dibe û bi milyonan kesên bi kurdî diaxivin hene. Oncu anî ziman ku asîmîlasonê beriya avakirina Komara Tirkiyê dest pê kir û bi damezrandina komarê re asîmîlasyon her ku çû berfireh bû û didome. Oncu destnîşan kir ku yek ji nirxên herî mezin zimanê wan e û divê ew destûr nedin zimanê wan tune bibe. 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Dema serîlêdanên ji bo Pêşbirka Arjen Arî hat taloqkirin

Dema serîlêdanên ji bo Pêşbirka Arjen Arî hat taloqkirin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist